شبكة لالش الاعلامية

PKKê li Şingalê 3 baregehên nû vekiriye!

PKKê li Şingalê 3 baregehên nû vekiriye!

BasNews – Berpirsekî PDKê dibêje, PKKê dîsa dest bi zêdekirina baregehên xwe li Şingalê kiriye û Heşda Şeibî jî piştevaniya wê dike!

Berpirsê liqa Şingalê ya PDKê Qadir Qaçax ji heftenameya Basê re gotiye, PKKê li Şingalê di bin navê “YBŞ” (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) de 3 baregehên nû vekiriye. Yek li gundê Giruzêr e, yek li Sîba Şêxidir e û ya din jî li Girzerkê ye.

Qadir Qaçax her wiha gotiye, Heşda Şeibî jî piştevaniya PKKê dike. Em li bendê bûn Heşda Şeibî hêzên ne qanûnî ji Şingalê derxîne lê berovajî, piştevaniya wan dike. Ji ber wê jî xelkê Şingalê dîsa neçar dimînin terka warê xwe bikin.

Wî berpirsê PDKê aniye ziman ku ji roja ku Şingal ji aliyê Heşda Şeibî ve hat girtin, beşek mezin ji xelkê Şingalê koçber bûn, hêzên ne qanûnî li wir zêde bûn û çekdarên Heşda Şeibî roj bi roj zêdetir ziyanê digihînin xelkê Şingalê. Xelkê Şingalê daxwaz dikin Pêşmerge vegerin Şingalê.

Qadir Qaçax daye zanîn ku ew hêzên niha li Şingalê hene (PKK û Heşda Şeibî) rê nadin sazî û dezgehên xêrxwazî derbasî Şingalê bibin û alîkariya xelkê Şingalê bikin. Xelkê Şingalê jî jiyana koçberiyê ji ya bin destê wan hêzan baştir dibînin. %25 xelkê Şingalê vegeriyane Şingalê lê eger rêka alîkariyê venekin ewê jî ji Şingalê derkevin.

Li gorî agahiyên berpirsê liqa Şingalê ya PDKê, rewşa Şingalê gelekî alzo e. Girtin, kuştin, revandin û dizî gelekî zêde bûne, gundên kurdan ji aliyê ereban ve hatine zeftkirin û zilmê li kurdan dikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Almanyayê navendek bo belgekirina komkujiya Kurdên Êzdî hat vekirin

Lalish Duhok

Viyan Dexîl: Divê parlementoya Iraqê qanûnek bo derxistina PKKê li Şingalê derxîne

Lalish Duhok

YE: Em ji bo alîkariya asayîkirina rewşa Şingalê amade ne

Lalish Duhok