شبكة لالش الاعلامية

Îro yekem roja cejna Cemayê ya kurdên Êzdî ye

Îro yekem roja cejna Cemayê ya kurdên Êzdî ye

Îro yekem roja cejna Cemayê ya kurdên Êzdî ye, cejna Cemayê bi yek ji cejnên herî kevin yên Êzdîyan tê hejmartin.
Cejna Cemayê salane li 6ê çirya yekê ya sala zayînî ku dike 23 yê Îlona rojhelatî destpê dike û kurdên Êzdî li Herêma Kurdistanê û tevahîya welatên din, qesta peristgeha Lalişê dikin û bo dema 7 rojan rêwresmên olî û ahengan bo evê cejnê dikin.
Serok Mesûd Barzanî jî di beyanekê da, cejna Cemayê li kurdên Êzdî yên Kurdistanê û cîhanê pîroz kirîye û hêvî xwastîye, ferhenga pêkvejîyan û biratîyê di navbera pêkhateyan da bê parastin, herweha piştevanîya temam jibo maf û daxwazîyên Êzdîyan dîyarkir.
Her yek ji serokê Herêma Kurdistanê û serok Wezîrên Herêma Kurdistanê di peyamên cuda cejna îsal li kurdên Êzdî pîroz kirîye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Biryara desteser kirinê bo wî kesî derket ewê sivkatî bi aynê Êzidiyan dikir.

Lalish Duhok

Parlamentoya Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir

Lalish Duhok

Deşnê Murad ji bo penaberan stranek amade kiriye: We are one

Lalish Duhok