شبكة لالش الاعلامية

Qasim Şeşo: Şingal cîh û şûna Pêşmerge ye

Qasim Şeşo: Şingal cîh û şûna Pêşmerge ye

BasNews – Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragehand, ew ji nûçeya li hev nêzîkbûna nêzîkbûna Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanîya Iraqê keyfxweşin û bendewarî dikin hêzên Pêşmerge vegerin Şingalê.

Qasim Şeşo ji K24ê re ragehand, Çîyayê Şingalê bi hebûna ala ya Kurdistanê ve bedew û şenge, lew me gotîye û dibêjin, çîyayê Şengalê ti hêzekê ji bilî hêza Pêşmerge qebûl nake, ji ber Şingal cîh û şûna Pêşemerge ye.

Di berdewamî axivtinê xwe de, fermandarê hêza Pêşmerge yê Şingalê aşkera kir, li Fermandeya Şingal 4 hezar Pêşmerge hene û li jêr fermana Wezareta Pêşmerge kar dikin û erkên xwe bicih dikin, lew bi hebûna wan bi sedan xwebexş dikarin parêzvanîyê li seranserê Şingalê bikin.

Piştî serdana şanda serbazî ya Herêma Kurdistanê bi serperiştîya serfermandarê Pêşmerge bo Bexda, bi armanca ji hev nêzîkbûnê û vegerana hêzên Pêşmerge bo deverên Kurdistanî yên li derveyî rêveberîya Herêma Kurdistanê, helwêsta dawiyê ya alîyên Iraqî weha nîşand dide, ku ji hev nêzîkbûneka baş di navbera herdû alîyan de heye û pêşbînî dihêt kirin, bi evan nêzîkan Pêşemerge û supayê Îraqê bi hevpişkî parêzgarîyê ji asayîşa wan deveran bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Berpirsekî pilebilind yê xwendina bilind li Kurdistanê jibo şanda Bingehê Laliş: Ji bo xizmetkirina xwendekarên êzîdî dê hemahengî hebe.

Lalish Duhok

Reveberya Perwerda Sêmêlê‌ supasyek pêşkêşî berêz”Şêx Şamo” kir

Lalish Duhok

NY : Li gorî raportê hejmara qurbaniyên qeza Şingalê di sala 2014 de 308315 kes bûn

Lalish Duhok