شبكة لالش الاعلامية

Peyama Serok Barzanî ji bo cejna sersala olî ya êzdiyan

Peyama Serok Barzanî ji bo cejna sersala olî ya êzdiyan

Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna sersala olî ya êzdiyan, Çarşema Serê Nîsanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna serê sala olî ya êzdî, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên êzdî dikim û hêvîdar im ev helkeft destpêkek be ji bo dawî hatina êş û azarên xûşk û birayên û êzdî û di aramî û aştiyê de cejn û helkeftên xwe bikin.

Di vir de ji bilî derbirîna dilgiraniyên xwe ya li çaresernebûna rewşa Şingalê û venegeriyana koçberan, ewe dûpat dikim ku bi tevahî palpiştiya maf û daxwaziyên xûşk û birayên êzdî me û daxwaz jî dikim yekrêziya navxweyiya biparêzin û rê nedin dengên bela vela û xerîb ziyanê bi nasname û maf û ol û paşeroja wan bigihîne û pêwîst dike hemû bi yekgirtî ve li ser maf û daxwazên xwe yên rewa pêdagir û mikur bin.

Bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Take rêya derbaskirina pirsgirêkan yekrêzî ye

Lalish Duhok

Bi lez …Barzanî biryara xwe da

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koreyê kir

Lalish Duhok