شبكة لالش الاعلامية

PKK asteng e lê pêşiya rêkeftina Şingalê û Hikûmeta Iraqê jî rijd e ku wan ji Şingalê derxîne

PKK asteng e lê pêşiya rêkeftina Şingalê û Hikûmeta Iraqê jî rijd e ku wan ji Şingalê derxîne

Şingal-KDP.info– Fermandarê Hêza Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragihand, tevî ku berdewam şandên Hikûmeta Iraqê tên Şingalê ji bo ku guvaşê li PKKê bikin ji bo ku ji Şingalê derkeve, lê ew razî nabin ku derkevin û dixwazin her çawa mabe rewatiyê bidin xwe û xwe bikin hêzeke iraqî, lewma ew asteng in li pêşiya rêkeftina Şingalê.

Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina berdewam a şandên serbazî yên Hikûmeta Iraqê bo sînorê Şingalê ji bo wê yekê ye ku rêkeftina ku di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê ji bo Şingalê hatiye îmzekirin, were cîbicîkirin, lê PKK asteng e li pêşiya cîbicîkirina wê rêkeftinê. Şandên Bexdayê berdewam tên guvaşê li PKK dikin ji bo ku ji Şingalê derkein, lê ew razî nabin.”

Şeşo wiha got: “Pir zehmet e ku PKK ji Şingalê derkeve. Ne bi şer be PKK ji Şingalê dernakeve. Xelkê Şingalê jî dikin qurbanî siyaseta xwe. Her ku şandek ji Bexdayê tê PKK jin û zarokên ku ji rê çûne, dibe pêşiya wê şandê ji bo ku ji şanda Bexdayê re nîşan bidin xelk piştgîriya PKKê dikin û dest bi xwepêşandanan dikin. Ma her kes dizane xelkê Şingalê koçber bûne û eger xelkê Şingalê ligel PKKê bin dê vegeriyana Şingalê.”

Şeşo wiha got: “PKK dixwaze rewatiyekê bide xwe û bide mana xwe li navçeyê. Dixwazin xwe bikin hêzeke iraqî ji bo ku li Şingalê bimînin. Lê Hikûmeta Iraqê rijd e ku PKK ji Şingalê derkeve.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş Tayê Başîkê kongirê xwe gêra û desteyeka nû hate halbijartin.

Lalish Duhok

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Her çar hizb û ev care firmêskên tîmsah bo kotayan

Lalish Duhok