شبكة لالش الاعلامية

Konsulê Amerîkayê serdana Lalişê kir

Konsulê Amerîkayê serdana Lalişê kir

Hewlêr (Rûdaw) Konsulê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Palladino ligel şandeke serdana Perstgeha Lalişê kir û di çarçoveya serdanê de, şand ligel kesayetiyên Kurdên Êzidî civiya.

Wekîlî Mîrê Kurdên Êzidî Cehwer Elî Beg ji Rûdawê re ragihand ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Robert Palladino, îro bi şandekê pê re çû Lalişê û ligel kesayetên Êzidî û endamên Civata Rûhanî re civiya.

Cehwer Elî Beg da zanîn ku di hevdîtinê de behsa rêkeftina Şingalê û hevkarîkirin koçberên Şingalê hat kirin.

Derbarê naveroka hevdîtinê de Wekîlî Mîrê Kurdên Êzidî Cehwer Elî Beg got: “Bi amadebûna Mîr, Civata Ruhanî û hinek şêwirmedên Mîrî nêzîkî saetek û nîv kombûn ligel Konsulê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Palladino û şandeke pê re pêk hat. Di hevdîtinê de gelek tiştên girîng hatin behskirin, bi taybet rêkevtina di navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şingalê de hat behskirin. Mijara alîkarîkirina rewşa Şingal û rizagrkirina xwiş û birayên me yên di Kampa Holê de jî hat gotûbêjkirin.”

Cehwer Elî Beg da zanîn ku Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê li perestgehê geriya û serdana proseya berdewamiya nûjenkirina perestgeha pîroz a Êzidiyan kir.

Wekîlî Mîrê Kurdên Êzidî eşkere kir ku pêştir 500 hezar dolar ji bo nûjenkirina perestgeha Lalişê hatibû kirin, lê niha bo milyonek dolar hate zêdekirin.

Perestgeha Lalişê ku perestgeheke olî ya Kurdên Êzidiyan e, bi 12 kîlometreyan li rojavayê navenda navçeya Şêxan a parêzgeha Duhokê ye. Perestgeha herî pîroz a Kurdên Êzidiyan e. Salane li Festîvala Cemayê, Êzidiyên li derveyî herêmê jî tên serdana wê dikin û beşdarî festîvalê dibin.

Ji sala 2018 an ve Wezareta Derve ya Amerîka li gel tîma parêzgarîkirinê ya Zanîngeha Pensilvanyayê ji bo piştevanîkirin û parastina Perestgeh Lalişê kar dike û bi wê projeyê milyonek dolar hate veqetandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

li nawçeya Baedrê karesata Şingelê hat sax kirin

Lalish Duhok

Rêveberiya Xweser li ser kuştina keça 20 salî doz vekir

Lalish Duhok

Wezîrê Berevaniya Tikriyê bo balyozê Iraqê: Nabe PKK li Şingalê bimîne

Lalish Duhok