شبكة لالش الاعلامية

Wezîrê Navxwe: Cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, take rê ye ji bo asayîkirina rewşa Şingalê

Wezîrê Navxwe: Cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, take rê ye ji bo asayîkirina rewşa Şingalê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê radigihîne, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê take rê ye ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan li ser cih û warê xwe.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di konferanseke rojnamevanî de li Duhokê ragihand, cibicîkirina rêkeftina Şingalê take rê ye ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, ew çekdarên niha li Şingalê ne bi awayekî ne yasayî li wir in û divê jê derkevin, ji ber ku take astengî li pêş cibicîkirina rêkeftinê ye.”

Rêber Ehmed got jî: “Hêvîdar in di demeke nêzîk de rêkeftina Şingalê were cibicîkirin û ew koçberan bi serbilindî vegerin ser cih û warê xwe.”

Diyar kir jî: “Xala girîng ew e, Şingal bê avedankirin, li gor rêkeftinê, pêwîst e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê tîmeke hevbeş pêk bînin û bi hevkariyên welatan, tevahiya xizmetan ji xelkê Şingalê re bêne dabînkirin û xelk vegere. Berî her tiştî jî divê ewlehî û aramî vegere Şingalê.”

Wezîrê Navxwe tekez kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo avedankirina Şingalê, pêwîst e Iraq jî amadehiya xwe ji bo pêkanîna tîmeke hevbeş bi Hikûmeta Herêmê re nîşan bide.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

9sal berê li Koçoyê komkujî çêbû

Lalish Duhok

PAK: Hikûmeta Kuristanê divê ji bo Kurdên Êzidî bernameyeke taybet dane

Lalish Duhok

Şandek ji Desteya Bilinda Bingehê Laliş seredana gora xudê jê razî nivêskar Rêsan Hesen Cindî kir

Lalish Duhok