شبكة لالش الاعلامية

Jineke Êzidî xelka Şingalê li Turkyê Bakurê Kurdistanê tê kuştin.

Jineke Êzidî xelka Şingalê li Turkyê Bakurê Kurdistanê tê kuştin.

Diyarbekir (K24) – Li gundê Ebşê yê ser bi navçeya Midyad a Mêrdînê 6ê Tebaxê jineke Êzidî bi navê Baran Hesen Reşo ji aliyê kesekî bi navê Serkan O. ve hat kuştin. Kujer, ji aliyê Dadgeha Midyadê ve hat zindanîkirin. Termê jina Êzidî li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê ye. Serdozgerî li hêviya malbata jina Êzidî ye ku terme wê teslîm bigirin.

Li gundê Ebşê yê ser bi navçeya Midyad a Mêrdînê 6ê Tebaxê demijimêr derdora 7ê êvarî jineke Êzidî bi navê Baran Hesen Reşo temen 25 ji aliyê kesekî bi navê Serkan O. ve bi sê guleyên çekê hat kuştin. Ji bo rapora otopsi termê jina Êzidî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Piştî otopsiye termê Baran Hesen Reşo rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Baroya Mêrdînê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin. Ji Navenda Mafên Jinan ya Baroya Mêrdînê Parêzer Dîlan Koç got; ji bo ku kujer bi giranî bê sizakirin dê serî li hemû riyên yasayî bidine.

Parêzer Dîlan Koç ji K24ê re got: “Zarokek vê jinê jî heye. Îro ev zarok jî bê dayîk ma. Em ê wekî Baroya Mêrdînê şopdarên vê bûyerê bin. Heta ev kujer sizayê herî giran bigre em ê li ser vê bûyerê bisekinin.”

Li gor zanyariyên ku hatine bidestxistin, Baran Hesen Reşo ji ber êrişa DAIŞê ya sala 2014an, ji navçeya Şingalê koç kiriye û li Midyadê niştecî bûye, herwiha malbata wê jî li Ewropayê dijî. Parêzerên Baroya Mêrdînê dan zanîn ku, serdozgeriya Midyadê li bendê ye ku heta 15 rojan termê jina Êzidî ji aliyê xizmên wê ve were teslîm girtin. Hat ragihandin ku dema malbat an jî konsulxane daxwaz bike, dikarin termê wê ji nexweşxaneyê werbigirin. Parêzer Ayşîn Siyahkoç got; wekî baroya Mêrdînê dê şopdarên bûyerê bin.

Parêzer Ayşîn Siyahkoç got: “Dema em bi vê bûyerê hesiyan em gelek xemgîn bûn. Me got ku em ê şopdarên mijarê bin. Jineke hatiye kuştin, divê lêpirsîneke bibandor were kirin. Tişta ku em dizanin li Tirkiyê ti kesekî wê nîne. Lê em dûbare dibêjin; divê lêpirsîneke bibandor were birêvebirin.”

Li gorî zanyariyan zarokeke jina Êzidî Baran Hesen Reşo jî heye û Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ya Tirkiyeyê ew zarok girtiye bin hîmaya xwe. Heta ku xizmên zarokê lê xwedî derkevin dê di bin hîmaya wezaretê de be. Ji aliyê din ve kujer ji aliyê hêzên asayîşê ve hat girtin û li Dadgeha Midyadê hat dadgehkirin û derbarê wî de biryara zindanîkirinê hat dayîn. Derbarê sedema kuştina jina Êzidî de Li ser bûyerê lêpirsîn didome. Navenda Mafên Jinan a ser bi Baroya Mêrdînê dosyeya kuştina jina Êzidî dişopîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Di sala 2021an de rewşa weşanxaneyên Kurdî çawa bû?

Lalish Duhok

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Serokwezîrê Iraqê pesnê hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo lihevkirinê da

Lalish Duhok