شبكة لالش الاعلامية

Viyan Dexîl: Divê Iraq aqûbeta keç û jinên êzdî ji welatên cîran bipirse

Viyan Dexîl: Divê Iraq aqûbeta keç û jinên êzdî ji welatên cîran bipirse  

BasNews– Jina çalakvan a kurdên êzdî û parlementera berê ya Şingalê li Parlementoya Iraqê Viyan Dexîl daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike aqûbeta keç û jinên êzdî ji welatên cîran bipirse.

Viyan Dexîl, jina çalakvan a êzdî û parlementera berê ya parlementoya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihandiye, rêxistina terorîstên DAIŞê di dema dagirkeriya Şingalê di meha 8an de dest bi komelkujiya xelkê Şingalê û revandina jin û keçên êzdî kir.

Viyan Dexîl herweha ragihandiye beşek ji jin û zarokên êzdî yên hatin revandin wê demê zarok bûn û çekdarên DAIŞê piştî derxistina nasnameyan ji xwe û zarok û jinên êzdî re ber bi welatên cîran ve çûn.

Herwiha ew jina çalakvan a kurdên êzdî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir derbarê aqûbeta zarok jin û keçên êzdî bi welatên cîran re danûstendinê bike ji bo ew jin û zarokên êzdî yên DAIŞê revandine û aqûbeta wan nayê zanîn rizgar bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şemo Qasim: Rê û resmên cejina Bêlindê li cem Êzdiyan.

Lalish Duhok

ŞINGAL – Kurdên êzidî ji hatina mîlîsên şîe biguman in

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Îtalya civiya

Lalish Duhok