شبكة لالش الاعلامية

 Kemal Tolan: Hevpeyvîna li ser nasîna kesayetî, zanîn û berhemên birayê Pir Xelat Elias BEŞ I

 Kemal Tolan: Hevpeyvîna li ser nasîna kesayetî, zanîn û berhemên birayê Pir Xelat Elias BEŞ I

Hevpeyvîna li ser nasîna kesayetî, zanîn û berhemên birayê Pir Xelat Elias û
zanînên li ser hinek nav, cîh û warên Êzdîxana Serhedê !
Kemal Tolan : Rêzdar Pîr Xelat Elias, tû dikarî ji kerema xwe, di destpêkê de bibêjî,
ka tû kengî hatî dinya yê, ji kîjan binemala Pîrê Êzdîtiyê yî , tû ji kengî ve hatî
Lalişê û çi xilmetê di nav Lalişa Nûranî de dikî ?
-Pîr Xelat, micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê
Êzdîtîyê.
Pêşî de ez xweşhal bûm ku, te jî weke camêr, nivîskar û xizmetkarî Êzdî
pêwendî li gel me kir.
Ez Pîr Xelat Cafo me. Di sala 1974 ê de li gundê Mamûda yê baskê Şêxa, ku
dirêjîya 16-17 km dûrî Lalişê ye hatime ser dinya yê.
Bab û bapîrê min, ji binemala Pîrê Memê Şivan in. Em li Lalişê micêwrê
Sitûna Mirazan û Quba Memê Şivan in. Min medrese xwandîye.
Gava Bavê min di sala 1996 de bi nexweşîya Şelal(felc)ê ket, ez mecbûr bum
destê xwe bavêjime karî û destûr da min ez micêwrîyê bikim. Bavê min di
sala 2001 de çû ber rahma Xwedê, Xwedê wî , li gel mirîyên xwandevan bi
rahmîne.
Kemal Tolan : Rahma Xwedê lê be û rihê wî şad be!
2
-Rêzdar Pîr Xelat, li mirîyê te be jî.
Ez ji wê demê, heta niha mecbûr bum micêwirîtîyê , xêr û xilmeta di nav
Lalişê de dikim. Dinya wisa ye, ku tû li gel dinyayê pêşnekevî, dinyayê ji te
bibuhirit. Me fer dît xwandinê û mitala îş jî betal nekin.
Dema gera Tawisȇ di sala 1996 de hate gundȇ me , min hingȇ ji rahmetîyȇ
Feqîr Hecî Șemo daxwazkir, ku ez ahlaq, ilim ȗ edebȇ dînȇ Ȇzdîyatîyȇ jȇ
bipirsim. Min gelekî ji zanîna wî mamostȇ xwe feydakir ȗ bi saya Xwedȇ
hetana nihojî berdewam dikim.
Esasê dinya jî ilm e. Tiştek ji ilmî pêşkeftî û zengîntirîn nîne.
Sebeqeyek ji “Qewlȇ qere dingizê sor “ dibȇjit ,
“bi bexșe be,
li dîwana bi gulȇ geș be
ȗ bi zimanȇ xwe yî bi nexș be .”
Mirovȇ Ȇzîdî ȗ Ȇzîdîyatî bi bexș e.
Ez li ser karȇ xwe berdewam im ȗ her wisa min ҁar pirtȗk jî li ser Ȇzîdîyatîyȇ
nivîsandine.
Kemal Tolan : Dest xweș Pîrȇ min ȗ Xwedȇ qiwetȇ bide te !
Hȇvîdar im naveroka wan berhemȇn te , bi kurmancîya tîpȇn latînî
bȇnewergerandin, bigihîjine ber destȇn me ȗ em jî ji wan fȇdebikin. Em wan ji bo
nasîn ȗ pȇșxistina Ȇzdîyatîyȇ bidine naskirin.
Pîr Xelat, micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê
Êzdîtîyê.- Sax bî, Xwedȇ ji te razî be!
Kitȇba min e ewil, “Ji Pîrozîyȇn Ȇzîdîyan *Wêne 1” dȗ qolî bȗ.
Ez ȗ mirîdekî min mamoste Zuhȇr Ereb Silo heșt salan bi vȇ kitȇbȇ va
mijȗlbȗn.
Gelek babȇtȇn pîroz yȇn wekî;
Xwedȇnasîn ҁawa di dinyayȇ de peyda bȗye ȗ Ȇzîdiyan ҁawa Xwedȇ nasî ye.
Pîrozîya rojȇ, heyvȇ, Lalișȇ, Pira Salatȇ, Kanîya Spî, Marȇ Reș, Dara Zergȗzȇ,
Sȗka Marîfetȇ ȗ hwd.tȇ de cîh dane.
Piștî me ya yekemîn xilazkirî, ȇdî me dest avîte pirtȗka dȗyȇ”Semaya dînî di
Ȇzîdîyatî yȇ da –*Wêne 2“.
3
Em pȇnҁ salan bi vȇ pirtȗkȇ va jî mijȗlbȗn ȗ me da ҁapkirin.
Dȗra mamoste Zuhȇr Ereb Silo ҁȗ Almaniya ȗ ez bi tenȇ li vȇderȇ mam.
Ez ҁȗm beșdarî meȗsûhe(Ansîklopedîya) bajarȇ Duhok ȇ, ya ku 112
katîp/nivîskar tȇde beșdarî kirin bȗm. Vȇca xebata gundȇn me Ȇzîdîyan
ketine para min. Min rabȗ coxrafîyet, edebîyet, nav, nîșan, raman ȗ mȇjȗya
hemȗ gundȇn Ȇzîdîyan kire kitȇbek. Ew jî bi navȇ “Baskȇ Șȇxan- tîrȇjeke geș
li ser gundȇn Ȇzîdîyan- *wêne 3”
Di sala 2020 de jî, hinek serhatîyȇn Ȇzîdîyan weke “Pirtȗka Mîr Mehmûd
babê Nasir Begȇ-*wêne 4 ” hate parvekirin.
Heqîqet, hîna dȗ sȇ kitȇbȇn din jî li ber destȇn min hene , ez bi wan ve
mijȗlȇm…

berdewamî li beșa dwem were weșandin

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş ligel konsilxana Emrîka li Hewlêrê kombû

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mîrê Nû yê Êzidiyan kir

Lalish Duhok

Di 101 Saliya Komkujiya Ermeniyan de, Nimûneyek ji Pêwemdiyên Ermeniyên Bişêriyê û Axayê Eşîra Rema, Emînê Perîxanê

Lalish Duhok