Zaroka ku Kazimî soz dabû wê: Ez çaverêyî bavê xwe dikim
Duhok (Rûdaw) – Ew zaroka xelkê Şingalê Xerîba Xêro ku par ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiya bû û wê demê Kazimî jê re gotibû, ew dê hemû hewldan ji bo vegera malbatê wê bide, niha dibêje ku ew çaverêyî vegera bavê xwe dike.
Xerîba Xêro ew zaroka Şingalê ku di 3ê Tebaxa sala borî de Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dîtibû û ji bo demekê li ser kursiya wî rûniştibû. Di wê hevdîtinê de Serokwezîrê Iraqê soz dabû Xerîba Xêro ku dê hemû hewlên xwe bidin ji bo kesûkarên wê vegerînin.
Xerîba Xêro ku niha dest bi xwendinê kiriye û dixwaze bibe parêzer, dibêje, ew heya niha çaverêyî vegera bavê xwe dike.
Xwendekar Xerîba Xêro got: “Ez çûm ba Kazimî, wî got ku ez dê bavê te vegerînim, lê hêj bavê min neaniye.”
Dayîka Xerîba, Leyla Şemo ji ber tendirustiya xwe nekarî baş kar bike, lê ew bi hemû şiyanên xwe hewl dide ku kirya xanî û nanê zarokên xwe peyda bike.
Dayîka Xerîba, Leyla Şemo diyar kir ku ew karê dirûtina cil û bergan dike û got: “Ji ber çavên min neştergerî kirine, doktor dibêjin nabe tu ji 2-3 saetan zêdetir karê dirûtinê bikî. Lêbelê ez mecbûrim kar bikim. Bi rastî gelek zehmet e ez jiyana xwe û zarokên xwe birêve bibim. Vêgavê em di kiriyê de ne û xerciyên me gelek in û ti mûçe jî ji bo me nîne.
Xerîba gelek kêm derdikeve derve û piraniya demê xwe ligel xwîşka xwe Xeyriyê derbas dike.
Xwîşkek û birareyekî wê ku ketine di destê çekdarên DAIŞê de ji wê demê ve bêserûşûn bûne.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî