شبكة لالش الاعلامية

Bingehê‌ Laliş Almanya pîrozbahya kongrê‌ Konfîdrasyona Revenda Kurdistanî dikt

Bingehê‌ Laliş Almanya pîrozbahya kongrê‌ Konfîdrasyona Revenda Kurdistanî dikt
Tora Laliş:
Desteya rêvebera Bingehê Laliş Almanya û tevaya endam û layengerên Bingehî,pîrozbahyên germ arastey tevaya endamên beşdarên kongrê‌ Konfîdrasyona Revenda Kurdistanê‌ kir ku karê xo bi serkeftyane bi dawî anî.
Kongrê‌ Konfîdrasyona Revenda Kurdstanî li Hewlêra paytextê‌ Kurdistanê‌ bi amadebûna 140 endaman ji 20 welatên cuda cuda û bi serperştya rêberê‌ gelê‌ kurd Serok Mesod Barzanî dest bi karubarên xo kir.
Em wek Bingehê‌ Laliş hatbûn daxwazkirin û beşdarbûyn, herwesa li helbjartina desteya rêveber da Duman Dumlî nûunerê‌ Bingehê‌ Laliş cyê‌ xo girt û hate helbjartin.
Bivê‌ helkeftê‌ pîrozbahya hemû beşdarbûyan dikn û daxwaza serkeftinê‌ bo desteya rêveber dikin, jibo xzmeta doza rewaya gelê‌ Kurdstanê‌ bi giştî û revenda Kurdistanî bi taybetî.
Li gor dîtin û serbora karê‌ me li europa bi taybet li Elmanya revenda Kurdistanî dikart bibe palderekê‌ zor bihêz jibo hîvyên gelê‌ Kurdistanê‌ û piştevanya navneteweyî peyda bikt jibo Hikumet û gelê‌ Kurdistanê‌ jibo vê‌ yekê‌, divêt karekê‌ cidî û bi dîraset û pêngavên bi lîmet digel kesên şareza bêne bicîkirin.
Carek din pîroz û serkeftî bin

Desteya Rêvebera Bingehê‌ Laliş Almanya

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

bingehê laliş tayê Baedrê bîrewerya cil û bergên kurdewarî yên bab û kalan sax kirin

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 2024 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Êrîşa Bexdayê, nîşana bêwîcdanî û nemirovbûna terorîstan e

Lalish Duhok