شبكة لالش الاعلامية

Rêveberya Giştî ya Karubarên Êzidyan ronkirnek belavkir.

Rêveberya Giştî ya Karubarên Êzidyan ronkirnek belavkir.

Tora Laliş

Rêveberya Giştî ya Karubarên Êzidyan ronkirinek li dor wî melayê sifkatî bi sumblên pîroz yên Êzidyan kirî belavkir.

Piştî mela Omer Daretûy gotarbêjê mizgeftekê li Hewlêrê, demjimîra xo ya dîwarî şkandî jiber hêmayên(Sumblên) pîroz yên Êzidyan li ser wê demjmêrê hatîne çêkirin‌, Rêveberya Giştî ya Karubarên Êzidyan dûvçona babetî kir û piştî Wezareta Euqafê agehdarkirî cenabê Wezîrê Euqafê hate ser xet û piştî vê dûvçonê mamostayê ayînî yê navbrî parçe vîdyoya xo reşkir û lada.

Biryare sibe pêrabûnên yasayî ji alyê Rêveberya Euqafa Hewlêr ve di derheqê wî melayî da bêne encam dan, çinku yek ji karnama Hikumeta Herêma Kurdistanê ewe ku hemû pêkhatên gelê Kurdistanê bi azadane derbrînê ji bîr û boçonên xo biken û nabit sifkatî bi hêmayên pîroz yên çû ayînan bêne kirin.

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve

Lalish Duhok

Cejna Newrozê ye Serê nû Salê ye

Lalish Duhok