شبكة لالش الاعلامية

Amerîkayê daxuyanî li ser biryara Şingalê ya Iraqê da

Amerîkayê daxuyanî li ser biryara Şingalê ya Iraqê da

 Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê Alina Romanowski ragihand, daxuyaniya hevbeş a Iraq û Neteweyên Yekbûyî ya li ser Kurdên Êzidî kêfxweş e.

Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê Alina Romanowski îro Înê 6ê Çileya 2023an derbarê biryara Iraqê ya tapokirina mal û milkên Kurdên Êzidî li Şingalê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir.

Alina Romanowski di daxuyaniya xwe de kêfxweşiya xwe ya li ser biryara tapokirina mal û milkên Kurdên Êzidî li Şingalê ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) anî ziman ku Encûmena Wezîran a Iraqê ew biryara qebûl kir.

Alina Romanowski diyar kir ku ew bi rola welatê xwe ya di bernameya UNHABITATê ku Amerîka ji sala 2018an vir ve alîkariya bi hezaran Êzidiyên ku dixwazin vegerin malên xwe kiriye û ew fînanse kirine.

Alina Romanowski her wiha amaje bi Rêkeftina Şingalê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de jî kir ku vegera Kurdên Êzidî li xwe digire.

Bebet di malpera Rudawê hatî parve kirin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Lalish Sinonê hin pêdivî bi Dibistana Jim Mashkou peyda dike

Lalish Duhok

Mehma Xelîl: PKKê Şingal kiriye meydana şer ligel Tirkiyê

Lalish Duhok

Leyla Zana cardin bi kurdî dest bi sondê kir

Lalish Duhok