شبكة لالش الاعلامية

Keçeka rizgarbuy:Xewna mine bibim dadwer û berevanyê‌ ji keç û jinên Êzidî bikem

Keçeka rizgarbuy:Xewna mine bibim dadwer û berevanyê‌ ji keç û jinên Êzidî bikem
Tora Laliş:
Keçeka rizgarbûya Êzidî ji destên tîrorstên DAIŞ ragehand, li demê‌ destên DAIŞ da zulm û zordarî li girtiyên Êzidî dihatekirin û dîmenên azar kêş bûn û mafê‌ me windabûye, lewa xewna mine bibme dadwer daku berevanyê‌ ji keç û jina Êzidî bikem.

Fuziye Beşar Xelef, xelka Şingalê‌ ye ji gundê‌ Werdiyê‌, li sala 2014ê‌ eu û xêzana xwe jialyê‌ rêkxrawa tîrorstya DAIŞê‌ ve hatine girtin wî demî temenê‌ wê‌ 9 sal bûn û li ser destê‌ wan tîrorstan gelek azar dîtîne.

Li dor çîroka xo Fuzyayê‌ bo rojinameya Dengê‌ Laliş got:rêkxrawa tîrorstya DAIŞ genc û law komkuj dikirin û zarok û jin di frotin, çar salan di destê‌ wan dabûm û li sala 2018 hatim rzgarkirin ji destê‌ wan û şadbûm bi kesukarên xwe û ew roje bomin geleka xweş bû, min dest ji jiyanê‌ berneda û li ser bicihînana xewnên xwe ya berdewam bûm û palpişt bûm ji birayên xwe yên kiçk ra û yek ji wan şelela mêşkî heye û dibeme nik nojdaran û birayê‌ min yê‌ dî diçe qutabxanê‌, ez jî li rêkxrawa(Our Bridge) kardkem û digel kiçeka dî li wêder xwarnan çêdkem.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Pîrejineka êzîdî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

Lalish Duhok

9 mele hatin girtin: ‘We çima bi Kurdî dua kir?’

Lalish Duhok

Esale Nesrî bi kurdî stran got: Ez kevok im

Lalish Duhok