شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî : Dupatiyê li ser girîngiya bicihanîna rêkeftinnameya Şingalê û vegerandina awareyan bi serbilindî bo deverên wan dikin.

 

Mesrûr Barzanî : Dupatiyê li ser girîngiya bicihanîna rêkeftinnameya Şingalê û vegerandina awareyan bi serbilindî bo deverên wan dikin.

Tora Laliş

Mesrûr Barzanî bi buneye hatina cejina serê sala Êzdiyan pîrozbahiyên germ li tevaya Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê kir û peyameke pîrozbahiyê belav kir ev ji deqê wê ye:

Bi helkefta hatina sersala Êzidiyan, pîrozbahiyeke germ arasteyî tevaya xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî rêzdaran Mîrê Êzidiyan û Babe Şêx û Civata Rûhanî. Hêvîdar im di keş û seqayeke aştî û tenahî û xoşiyê de vê cejnê bibûrînin.

Bi vê helkeftê, dupatiyê li ser girîngiya bicihanîna rêkeftinnameya Şingalê û asayîkirina rewşa devera Şingalê û derkeftina mîlîşiya û grûpên çekdar yên ji yasayan derketî û vegerandina awareyan bi serbilindî bo deverên wan dikin.

Careka din, sersala we pîroz be û her di xweşî û aramiyê de bijîn.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Encamên hilbijartinên seroketiya Sûriyê hatin ragihandin

Lalish Duhok

Sala 2023yan li cîhanê çi qewimî?

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok