شبكة لالش الاعلامية

Çawaniya xwe parastinê ji Madên Hoşber jibo gencan tê gotin.

Çawaniya xwe parastinê ji Madên Hoşber  jibo gencan tê gotin.

Tora Laliş ya Mediyayî:
Bi merema belavkirina hoşyarya civakî û parastina genc û law û xêzanan ,îro roja 28î eîlulê,, Bingehê Laliş tayê baedrê bi hevkarî digel Liîjna Navçeya Baedrê simînarek il dor babetê (Madên Hoşber) jibo Raîd “Şivan Mehmud” li hola Amadeya Baedrê gêra.

Rêwresmên simînarê bi xêrhatina smînarbêjî ji layê “Xelat Baedrî” Berpirsê Bingehê Laliş tayê Baedrê ve destpêkir û bi amadebûna berpirsê pişka cemawerî li lîjna navçeya Baedrê Mîran Sebah û parêzer Hêmin Ferec Xêrî beg û nûnerê yeketiya mamostayên baedrê û mamosta û jimareka zor ya qutabyên amadeyê.

Li dûvda smînarbêjî bi tîr û teselî ronahî êxste ser Madên Bêhoşker û çawanya xwe parastinê û rêkarên nasîna wan bi şêweyekî tîwrî û praktîkî, herwesa tekez li ser ziyanên wêrankerên van mada li ser jiyana take kesan û xêzan û jinav çûna jiyana xelkî kir.

Eve û çendîn pirs û babetên dîtrên balkêş tevlî gotin û axftinên xwe girng û mifadar kirin, ku qutabiyên amadeyê pê zengîn û şareza kirin.

L dawyê jî qelxanê rêzlênanê bi smînarbêjî hate bexşîn hember ked û xizmet û mandûbûna wî di nehêlana vê pirsa metrsîdar li ser civakî.

 

CH

 

   

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî bi boneya 49 saliya bombebarankirina Silêmaniyê peyamek belav kir

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Pêwîste dawî bi vê rewşa neasayî ya li Şingalê bê anîn

Lalish Duhok

Bingehê Laliş : hoşdaryê dideyne her kesê bazrganyê bi kêşa Êzidyan biket û xelkê me beref şerekê tayfgerî bibet

Lalish Duhok