شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş û Fedrasyona Komelên Kurdistanî li Elmanya peywendiyan xurt diken

Bingehê Laliş û Fedrasyona Komelên Kurdistanî li Elmanya peywendiyan xurt diken
Tora Laliş/Dihok
Îro yek şembûyê 3î kanûna êkê ya 2023ê,li baregayê Bingehê Laliş rêzdar”Seîd Cirdo” Serokê Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li Dihokê pêşwazî li berêz “Nadir Doxatî” Serokê Fedrasyona Komelên Kurdistanî li Elmanya kir.
Di dîdar û hevdîtinê da serokê Bingehê Laliş û serokê Fedrasyona Komelên Kurdistanî li Elmanya rewşa diyaspora kurdstanî û bi taybet civaka êzdî li diyasporayê wek beşek girng ji revenda kurdistanî û herwesa rolê Bingehê Laliş li koçberyê di pêşerojêda gengeşekirin.
Di layekê dî da herdû layan çext li xurtkirin û pêşvebirin û bihêzkirina pirên peywendiyan dinavbera sazyên civaka sivîl li diyaspora kurdistanê û herêmê da kirin.
Herwesa serokê bingehê laliş rolê fedrasyon û sazyên kurdistanî li diyaspora bi destkeftek mezin zanî ji bo pêşerojek geş ya nûneratiya revenda kurdistanê.
Paşan Nadir Doxatî pertoka xwe ya sêyê binavê ( Auraq Min Almhcr ) weku diyarî pêşkêşî serokê bingehê laliş kir.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Sekreterê NATO: Pêwîste hemû endamên NATO bi yek helwêstê tevbigerin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî bo tîmên hawarhatinê: Bi karê we careke din piştrast bû ku em xelkekî xêrxwaz û aştîxwaz in

Lalish Duhok

Agehyek ji Bingehê Laliş – Elmanîya

Lalish Duhok