شبكة لالش الاعلامية

Alîkariyên M.Ê.Oldenburg gehiştin penaberan

di berdewamîya komkirin u rêkirna alîkariya ji bo lêqewmawên Şingal li herêma Kurdistanê , li vê heftîya derbasbûyî hijmareka LKW ( Turimbêlin barhilgir ) gehiştin başûrê kurdistanê ku ji bal Mala Êzidîyan Oldenburgê ve bi serokatîya berêz Şehan Dax  hatin şandin..

berîya neha jî çendên LKW u alîkarî ji bal Mala Êzidîyan ve gehiştibûn awereyên Şingal, li heftîya derbas bûyî Pênç LKW ku tevde alîkariyê mirovî bûn ji bo Zarok u Jin u awereyên Şingal bûn u hatin dabeşkirin li ser awereyan li devera centerê Duhok u  Sersingê u serê Çîyayê Şingalê u hêjî hinek Turimbêlên Alîkarîyan di rêdene ..

tê zanîn Mala Êzidîyan dest u rolekî mezin hebûye li gehandin u pêşkêşkirna Alîkariyê ji bo Şingalîyan her ji roja rûdana li devera Şingal ji 03.08 u paşde ..

M.Ê.Oldenburg u Bingehê Laliş peymanka hevkariyê pêkanîne u ji bo pitir xizmetkirna civaka Êzidîyan li kurdistanê u derveyî welat ..

Dengê Laliş / Yusif Berî  – veguhastin Hejar Midîr

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Seîd Cirdo serokê desteya Bilinda Bingehê Laliş beşdarî Li bîranîna 35 saliya Enfala Badînan de kir.

Lalish Duhok

Bingehê‌ Laliş tayê‌ Xankê‌ 70kesên çalakên helbjartinan xelatkirin

Lalish Duhok

Bingehê laliş dê cejna sersala êzdyan sax kit

Lalish Duhok