November 22, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bingehê laliş rabû bi sax kirina bîrewerya salyada Se’îd silo

Çinar Şemo lalish media netwok

Bi amadebûna kes u kar û jimarek ji kesanên syasî û rewşenbîryî û pêşmergeh û kesanên ji deverên cuda cuda Bingehê laliş rabu bi saxkirina bîrewerya salyada cêgirê serokê desteya bilinda Bingehê laliş rehmetî  Se’îdê Silo li hola bingehê laliş li êvarîya roja sê şembuyê li rêkeftî 20/5/2014.

Destbê kirina vê bîreweryê bi deqyqek rawestandin li ser ruha şehdên kurdistanê hat dest pê kirin ,paşre berêz Şêx Şamo bi xêr hatina amadebuyan kir û gotina xowe pêşkêş kir , digotina xwe da berêz Şêx Şamo bas li rulê se’Îdê silo di hemu biwaran de mîna rewşenbîrî  û her wisan da dîyar kirin ku pêşmergehek çeleng bu , xwedî kesayetîyek mezin bu û her dîsan endemek çeling bu di karê xwe da ji bo pêşve birina rulê bingehê laliş , çuna wî xisaretyek mezin bu ji bo me hemuwan .

Paşdre her yek ji berêzan ( al’eqîd ) Teyb behsê rulê Se’îd silo di biwarê pêşmergatê de kir û her wisa Pîr Deyan behsa rulê navbirî kir di bingehê laliş de , û birayê xwedê jê razî Adrîs Silo rêz û supasyên xwe aresteyî hemu amade bun kirin û sipasya bingehê lališ kir ji bo saz dana eve bîreweryê . û her dîsan raporteka wêneyan li dor jîyana xwedê jê razî hat pêškêš kirin ji bal berêz Cehfer Simo ve , paşre berêz Kovan Resan behs li pertoka hatye derxistin li ser jyana xwedê jê razî Se’dîd Silo kir . Pašre çend hozan hatin xwandin ki dor vê bîreweryê ji alyê jimareka hozanvanan ve . Li dumahyê birayê xuwedê jê razî Adrîsê Silo pertoka li dor jyana Se3îd Silo ve belaf kirin li ser her yek ji amadebuyan .

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi