شبكة لالش الاعلامية

Dîrok û Edebîyata Êzidîyan bi şêwekî zanistî hat behis kirin

Dîrok û Edebîyata Êzidîyan bi şêwekî zanistî li şarya hat behis kirin

Cemal kudî veguhastin Çinar Şemo

Genc u xortên Êzidîyan bi hindêre gehiştine ku îro roj xwe bi xwe mêjû u Edebîyata xwe şirovebikin u basê hebûn u rewşa Dîyaneta Êzidîyatiyê
di qonaxên derbas bûyî bikin , êk ji ermancên Bingehê Laliş yê rewşenbîrî u civakî parastin u pêşdabirina Êzidîyatiyê ye .

li komelgeha Şarîya ser bi parêgeha Duhok ve Bi amadebûna cemawerekî pir ji kesayetyên rewşenbîr û mamosta û nivêskarên ji deverên Êzidîyan, desteka rêveber ya bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî tayê şarya rabû bi saz dana êvaryeke rewşenbîrî bo çendîn pispor di biwarê Edeb û Mêjû ya Êzidîyan de , piştî deqek sekinandin li ser ruha şehîdên kurdistanê ,Celal Lezgîn berpirsê tayê Şariya bi xêrhatina mêvana kir u balkişande li ser van core çalakîyan piştra berêz Şêx Şamo serokê desteya bilinda bingehê laliş basê giringîya çirovekirin u lê xwedî derketina dîrok u Edebîyatîya Dînê Êzidîyan kir u rola bingehê Lalişê di vî warîda xweya kir  , û piştra  berêz Kovan Rêsan nvîser û mamostayê zankoyê dest bi simînara xwe kir û behsa (Bayezîdê bestamî ) û rule wî di bihêz kirina êzidîyatyê de kir , di pişt re berêz Alî Coqî pisporê edebê dinê êzidîyan hinek tîrêjek berdane ser girngîya qewil û beyt û qesîdên dinê Êzidîyan û senga wan di nav civakê Êzidîyan bi taybet û edebyata kurdî de bi giştî, her wesa mamosta Erşed Hemid pispor di biwarê mêjû ya Êzidîyan de bas li qonaxeka giring ya ku Êzidî têre derbas bûyin bi taybet Şêx Hesen ji sala 1146 taku 1184 z da xweya kirin .

Her dîsa berêz Eyad Ecac mamostayê harîkar li zankoya dihok pişka mêjûyê kurtyek li dor Êzidîya û damezrandina hikumeta îraqê her ji sala 1921 ta 2003 kir. Her wisa behs li peywendyan dinavbera Êzidîyan û dînên dî da hat kirin ji bal berêz Şivan Bîbo pispor di biwarê mêjû ya Êzidîyan da .

Li dawîyê çendeha hozan ji alyê komeka hozanvanêt deverê li ber awazên tembura hunermend û andamê tîpa şarya ya honerî Anwer Mistefa hatin xwendin û xelat ji aliyê bingehê laliş tayê şarya ve hatin dabeş kirin li ser wan da , hêjayî gotinê ye ku ev çalakye li roja înyê li rêkeftî 6/12/2013 li komelgeha şarya hat encamdan .

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Brîtanyayê komkujiya Êzdiyan wek jenosîd nas kir

Lalish Duhok

Berê binyatê ji bo gundê Koço tê ava kirin

Lalish Duhok

Çîroka Jone ê 27 sali ku li Hewlêrê canê xwe ji dest day li ser zarê bavê wî tê gotin.

Lalish Duhok