Şêx Şamo u Hakim Nemir bi xelkê Komelgeha Xanikê re civiyan
Li xankê Şêx Şamo di gel kesatî u kadir u rewşenbîran kombû, bi merema şirovekirna pêşhatên wê rewşa li piştî ragihandina encamên Helbijartinan peyda bûyî.
piştî ragihandina encamên helbijartinan ji aliyê PDK ve navê me bi serkeftî hate ragihandin, lê piştê encamên dawiyê ji bal komisiyonê ve hatîne ragihandin navê kandîdê me di nav lîsta serkeftiyên PDK da nebû, ev yek jî ji egera ne lihevgehiştina dinavbera komisyona bilinda helbijartinan u dezgayê helbijarinên PDK da bû.
Di semînarê da hate gotin ku Piştî encamên helbijartina bûyîne cihê dilgiranîya Êzidîyan, şandek hate pêkanîn ji berêzan Pîr Xidir Silêman Perlemantarê pêşoyê Perlemantoya kurdistanê u Hakim Nemir Keço wezîrê berê yê Hukometa kurdistanê u Mehmud Mehmud Êzidî Endamê serkirdayetîya PDK u bi rêya Leqa êk ya PDK li Duhok kombûnek di gel berêz Fazil Mîranî sekertêrê Mekteba sîyasî ya PDK hate girêdan ku têda runkirnek li ser vê yekê hate kirin.
Her bi heman mijar civînek din ji layê cenabê Mîr Tehsîn beg u kak Fadil Mîranê ve hate sazkirin , ku li herdû civînan da berêz Fazil Mîranê dakukî kir ku nabe perlemanê kurdistanê bêyî nunerê kurdên Êzidî ba u çi car kurdên Êzidî nahêne piştguh havîtin beramber kar u xebata wan mafê wan parastîye .
Ji bo gehandina vê peyamê u şirovekirna vê rewşa neham civînek din digel muxtar u genc u rewşenbîr u kadir u kesatiyên komelgeha xankê u gundê kemuna hate bestin u têda berêz Şêx Şamo ronî xiste li hinek eger u meselên yasayî, dîsa şêx şamo ji dil u can peymeka sopasiyê pêşkêşî wan kesên dengê xwe dayîne kandîd u lîsta xwe ku bi egerê beşdarîya wan bo encamê hindê ku 85% dengên wan bo kandîdê wan bit ev yek jî dinava pitir ji 1800 000 dengan de .
Piştra hêja Hakim Nemir Keço wezîrê berê yê Hukometa Kurdistanê li ser binyatê wê civîna di navbera şandê kurdên Êzidî u berêz Fadil Mîranê da hatî sazkirin u got : serok Barzanî u serkirdayetîya PDK biryar daye ku nabit Êzidî ji perlemanê kurdistanê bê behri bin u ew jî got ku Êzidî binyatekê serekî ne dinav tex u çînên civaka kurdistanê da, u bi hemû hêz u karînên xwe wê beravnîyê ju Êzidîyan bikin .
Li dawiyê berêzan Şêx Şamo u Hakim Nemir Keço daxwaza ji amadebûyan kir ku bile ev cure bûyerên wisa nebine cihê dilgiranîya we ji berku we encamên baş bi dengê xwe anîn u tê çaverêkirn ku mîkanizmek were pêş ku van core arîşe li pêşerojê çare biket.
07.10.213
Lijna rewşenbîrî
Bingehê Laliş – tayê Xanikê
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

