شبكة لالش الاعلامية

Sopasnamek u pîrozbayek ji Şêx Şamo bo xelkê şerefmendê deverên Êzidîyan li ( Ba’drê, Şarîya, Xanikê u Devera Hewêrîya ) .

Sopasnamek u pîrozbayek ji Şêx Şamo bo xelkê şerefmendê deverên Êzidîyan li ( Ba’drê, Şarîya, Xanikê u Devera Hewêrîya ) .

–         Pîroze serkeftina pirosisa helbijartinên perlemanê kurdistanê li hemi xelkê kurdistanê bi giştî .

–         Pîroze serkeftina mezina lîsta (110) ya PDK .

–         Pîroze serkeftina mezina kandîdên Leqa yek u parêzgeha Duhok .

–         Pîroze serkeftina kandîdê we jimare ( 17 ).

Nayê veşartin berbijêriya min bi jimare ( 17 ) di nav lîsta (110) ya Party Dîmukratî Kurdistan da ezmunek asê bû u ne karekî asan bû li ser astê devereka teng u hijmareka kêm ji Êzidîyan tê hene 10% li herêma kurdistanê ber van helbijartina ketin , min bi xwe bawernedkir ez serkeftinê bînim eger hat u mame bi hêvîya xelkê xwe bi tinê ve u piştevanîya min nehête kirink çunke neye beraqile dinav bazinekî vekirî da li seranserî kurdistanê denger tê hene 2.800.000 tenha 13.000 hezar ji wan Êzidî bûn , dîyar bû ji encamên xweya kirî pitir ji 1.800.000 kesan beşadrî kir u pirosisa helbijartinan da ku  bi dîmukrata dijwar derbas bû .

Ez pişt rastbûm ji xelkê xwe piştî min garyanek berfireh li nav mal u malbatên Êzidîyan kirî seranser digel heval u hogirên di gel min da me dît xelkê me bi pêşzwayên gerim u bi şêwazên cuda cuda helwîstê xwe ji bû piştevanîkirna partîya xwe u berbijêrê xweyê Êkane dîyar dikirin u li wî çaxî gehiştime wê bawerîyê xelkê me wê wijdana xwe mîne caran razî bike di derheqê qurbanî dan u Ax u Ol u Ziman u Netewa u partîya xwe da .

Xelkê şerefmendê nahîya Ba’drê u komelgeha Şarîya u Xankê u devera Hewêrîya bi dilsozî u dilovanîya we bi qencî u qedirnasîya we bi tifaq u tebaya we bi hest u hişyarîya we bi seng u dengê we we karî kursiyê xweyê êkane girentî bikin we karî bi şêwir u tekbîr bibine piştevanê min di nav deryayeka denganda ,we nehêla em kurdên Êzidî ji perlemanê kurdistanê bê behir u pişk bibin, we ez derbas kirim bo nav perlemanê kurdistanê we ev tikista Olî şirovekir : ( Eger dû bira kire tebayî   bi firwara wî xwedeyî wê Çîya danin ser Çîyayî ) .

Lewma ji dil u can dîsan xwe mal mal , kolan kolan , gund gund bi weyên hêja u qedirgiran u ciwamêr digehînim u dibêjme we sopas u minetkarê weme u hun her hebin .

Dîsa sopasyeka taybet  ji bo êke êke kadir u pêşmerge u polîs u mamostayên hêja u qotabî u keç u kurên delal u malperên Enternêtê u giropên Facbookê yên piştevanî li min kirî bi rastî we karî bi hişyarîya xwe bibin pale dinav kes u karên xweda ji bo piştevanîkirna partîya xwe u kandîdê xwe u dibêjme we heta ez heme qerdarê miletê xweme .

Ji dil u can sopasyeka bira kurdinyê  arastey wan çend mal u malbat u kesan dikim ewên li seranserî herdû parêzgehên Dihok u Hewlêr u qezayên bi serve ku bi bawerî dengê xwe dane min .

Sozê didim ligor karîn u şarezaya xwe li van çar salên we bawerî daye min li astê bawerîya we bim u kesanekî xizmetkar bim mil bi milê perlemantarên dîtir yên lîsta (110) ve ji bo her yasa u rudanekê ji bo xêr u xweşîya miletê xwe bê helwîst u bê deng nemînim u hewil bidim dengê mexdûrîya milletê xwe ji bo xweştir u geştir kirna jîyana wan bigehînime perlamnê kurdistanê u cihê biryarê .

Kurdistan pêkve bi hemî pêkhatên xweve ber bi kurdistaneka geştir bi serokatîya serok Barzanî ….

 

Xizmetkarê we

Şêx Şamo

Endamê Perlemanê Kurdistanê

01.10.2013

 

 

 

 

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şandeke Nerwêcî seredana Desteya Bilnda Bingehê Laliş kir.

Lalish Duhok

Ji ber barîna baranê gelek xaniyên xelkê Şingalê hilweşiyan

Lalish Duhok

Li Şengalê ji nû ve vekirina gorên komî

Lalish Duhok