شبكة لالش الاعلامية

Çîroka keça Êzidî di bazarên Ewropayê

Çîroka keça Êzidî di bazarên Ewropayê

Cavkanî: SKY News

Şirîn ji gundekî herêma Şingalê ye. Wê heta Tebaxa 2014ê xwe ji bo ezmûnên lîseyê amade dikir. Wê dixwest bibe parêzer, mafê xelkê xwe biparêze. Ev xeyala wê bû, beriya ku çekdarên DAIŞê bikevin gundên Şingalê û Şirînê û malbatê wê bi xwe re bibin. Wê demê ew 17 salî bû.

Şirîn nemir, bombebaran, firotin û destdirêjiyê ew nekuştin. Bi arîkariya mêrekî misilman ê ku Şirîn firotibûn wî û bi xwe êdî nema dixwest di jêr desthilata DAIŞê de bijî, Şirîn karîbû xwe ji destê DAIŞiyan rizgar bike.

Bi rêya projeyeke Hikûmeta Almanyayê, Şîrîn niha li Almanyayê dijî. Di pirtûka “Ez keçek ronahiyê dimînin“ (Ich bleibe eine Tochter des Lichts) de, Şirîn çîroka xwe ji roja hatina DAIŞê bo gundê wan heta reva xwe ji destê çekdarên wê rêxistinê vedibêje.

Şirînê – ku navê yê rastîn tê parastin – pirtûk bi arîkariya psîkologê (derûnnasê) Êzîdî Prof. Îlhan Kizilhan û nivîskara alman Alexandra Cavelius nivîsandiye. Kizilhan serpereştiya wê projeya hikûmeta Almanyayê jî dike, ku di çarçoveya wê de derdorê 1000 keçên êzdî yên weke Şirînê, ku bûne mexdûrên hovîtiya DAIŞê, li Almanyayê tên tedawîkirin. Çîroka Şirînê yek ji wan 1000 çîrokan e.

Pirtûka “Ez keçek ronahiyê dimînin“ wê di 12ê Çîle 2016ê de ji aliyê weşangeha almanî “Europa Verlag“ ve bê çapkirin û bikeve bazarê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Mesrûr Barzanî cejna Remezanê li zarokên sêwî pîroz kir (vîdeo)

Lalish Duhok

şêx şamo:Sersaxî jibo malbata blurvan û sazbendê mezin “Egîdê Cmo”

Lalish Duhok

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Divê qaymeqamê Şingalê were diyarkirin

Lalish Duhok