February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kemal Tolan: Hevpeyvîna li ser nasîna kesayetî, zanîn û berhemên birayê Pir Xelat Elias BEŞ II

Kemal Tolan: Hevpeyvîna li ser nasîna kesayetî, zanîn û berhemên birayê Pir Xelat Elias BEŞ II

Kemal Tolan : Xwedȇ bereketȇ bixe van berhemȇn te Pîrȇ min ȗ destȇn te gelekî
sax bin! Hȇvîdarim ji Xwedȇ mamostȇn mina te , ji me ra gelekî sax bin. Xwedȇ,
Tawisî Melek alîkarȇn te bin ȗ Pîrȇn weke we ji nav me kȇm nebin.
Ez zahf xemgîn im ku, ev berhemȇn wisa zȇrîn hîna ne gihîștine ber destȇn me ȗ em
jî ola xwe weke ku te keremkirî, bi wan nasbikin. Xwezî me jî hinek ji wȇ xizna ku we
berhevkiriye fȇde bidîtina.
Pîrȇ min weke ku tȗ jî dizanî, ez bi xwe mirîdek ȗ ne oladrim. Lȇ min jî gelek caran ȗ
pir wextȇ xwe bi seydayȇn mîna Te mamoste, zane ȗ rȇzdarin ra derbaskirîye.
Vȇca ez dixwazim tȗ niha ji kerema ji me ra bibêjî, gelo berî ku di karê xêrê Şêx
Adî li Lalişê dahir bive, ҁend senceqên – Tawisȇn Êzdîtiyê hebûn, ew li kîjan
heremên Xaltanîyê anjî Êzdîxanê de û bi kîjan navan hatibûne binavkirin?
Pîr Xelat, micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê
Êzdîtîyê.- Senceq ȗ Tawis hindek caran dibine dȗ ȗ ne yekin. Lȇ carnan , ew
di hindek civakan de jî bȗne yek.
Eker pirs li ser neyitin pirsyar, gelek kesȇn me wa heyîn dibȇjin, “Senceq ȗ
Tawis yekin”. Lȇ gorî zanîna min, ew dȗ ne.
Senceq di wextȇ dewleta Osmanîyan de ȗ heta vȇ dawîyȇ jî, weke hikumet
bikardikirin. Ewan digot, “filan kes Sincaq Beg e”
4
Dema di karê xêrê Şêx Adî hatiye, ew î Tawis danaye. Tawis ji Senceqȇ
qedîmtir e.
Tawis, eva hidȗdȇ 950 salan hatiye danîn ȗ di nava Ȇzîdîyan de tȇte
gerandin. Belȇ Senceq, di hidȗdȇ 300/400 salan hȇr ve ye. Berî 500 salan
Senceq nebȗ. Belȇ Tawis hebȗ.
Senceq hikumedta Osmanlîya danan bȗ ȗ berfirekiribȗ, lȇ ne di gerîya.
Kemal Tolan : Sihet xweș Pîrȇ min, hat fahmkirin. Min dixwast bizanibȇm, ka berî
ku di karê xêrê Şêx Adî li Lalișȇ dahir bive, Tawisȇn me di herȇmȇn me de
hebȗne?
Pîr Xelat, micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê
Êzdîtîyê- Tawis , tawisa Șȇx Adî ye. Nav hebȗ, bes Tawis ne di gerîya.
Tawis ji navȇ Tawisî Melek hatîye ȗ qedîmin. Bes Șȇx Adî diha lȇkir ȗ Tawis
gerîyand.
Kevnarîya Tawisȇ, li ser demȇ wextȇ Meke hatiye avakirin, dȗ mester hene.
Yek dibȇjit, 4000 ȗ yek jî dibȇjit 5000 sala Tawis hebȗn. Hinek jî dibȇjin, li
ser demȇ Silȇman Pȇxember, yȇ pisȇt Dawid Pȇxeber de hebȗ. Ҁȗnkȇ demȇ
Meke avakirî ȗ Meke navȇt maka Nebî Simayîl e…..
Kemal Tolan : Belȇ Pîrȇ min, min ew serpȇhatiya Nebî Simayîl bi xȇra camȇrȇn
mîna we zane bȗn nivîsandiya ȗ di pirtȗka min(*1-rȗp.:98-114) de jî belakiriye.
Pîr Xelat, micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê
Êzdîtîyê-..Sebeqeyek ji Qewlî dibȇje,
„Ew e kanîya li nava deștȇ,
hincî dihat bȇhndikir anjî jȇ vedixwar
ew kerem di gehiștȇ!
Ҁinkȗ Tawis li wȇ derȇ , bi îrada Xwedȇ Tihala peyda bȗyî, bi gelek șikla.
Wextȇ vȇ dimayȇ, di karê xêrê Şêx Adî 1070 de hatî Lalișa Nȗranî, diha lȇkir.
Tawis înate kifșkirin. Me 7 Tawis hene:
Tawisa ;
1. Enzel
2. Mȇrgehȇ
3. Șengalȇ
4. Tewrȇzȇ
5. Misqofa
5
6. Xaltanî yȇ
7. Zozana
Ev heft Tawisan, di nava 12 heyvan de li nav mîltî de bi qonax qonax
digerîyan, heta carekî dinȇ bizivirîya cîyȇ destpȇka xwe. Gava di cîhna
de zȗ bizivirîna, dȗbare dikirin. Caran di demsala Biharȇ ȗ carnan jî di
dema Cîmayȇ de derdiket.
Kemal Tolan : Belȇ Pîrȇ min sihet xweș, em li ser gera wanȇ kan zȇde ne mînin. Lȇ
min dixwast tȗ îro bi taybetî li ser Tawisa Zozana ji me ra bibȇjin, ka Tawisa
Zozana bi navȇ kîjan Xas anjî Babҁakȇ me ȗ li kîjan herȇmȇ bȗ ?
Pîr Xelat, micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê
Êzdîtîyê- Li hȇra ȗ bi Xwedȇ, gelek caran meriv nikare hine tiștan li nik xwe
bibȇje. Ҁinkȗ, em ne ҁȗyinȇ. Ew ekît li erdȇ Tirkîstanȇ bȗ. Bes em nizanin,
bȇjin kîjan herȇma Tirkîstanȇ ȗ kîjan Zozan bȗ. Bi tenȇ em dizanin, dibȇjin
ew ya zozanȇ Xalta bȗ. Ev Tawisan ji wextȇ bikarȇ Șȇx Adî hȇr ve ȗ li gel
Qewalan ve birȇkirine van deveran. Heta Qewal li ser demȇ bikarȇ Șȇx Adî
ne bȗn ȗ Tawis ne dana wan, ev navȇn Tawisȇ ne bȗn. Piștî ku bikarȇ Șȇx
Adî hatî ȗ Qewalȇn heyî weke destȗra olî hatine danîn.
Ҁawa em dibȇjin, navȇn serekî wa heyîn;
Navȇ Tawisî Melek bo me Ȇzîdiyatîyȇ ye, bo me îman e.
Siltan Ȇzî atqat e, bawerî ye.
Șȇx Adî ol e, rȇya.
Șȇșims meseb e.
Șȇxȗbekir mewla ye.
Melîk Șȇxîsin șefehat e.
Șerfedîn dîn e.
Evna hemȗ bi îspat ȗ delîl hatina danîn. Didane Qewalan ȗ Qewalan Tawis
dibirin bi qonax qonax li herȇma ȗ nava Ȇzîdiyan digerandin.

Li benda beșa sȇyem bin……. 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi