شبكة لالش الاعلامية

Hêvî dikim rayedar û parlementerên hukumeta Almaniya federal jenosîda li Êzdiyan hatiye kirin nasbikin û pêşniyariya min* bêye pejirandin.

Hêvî dikim rayedar û parlementerên hukumeta Almaniya federal jenosîda li Êzdiyan hatiye kirin nasbikin û pêşniyariya min* bêye pejirandin.
Ez weke nivîskarekî Êzdî û hemwelatiyê dewleta Almaniya spasiya hemû endamên „ komîteya ku li ser daxwaznameyên ji bo meclisa Almaniya federal tên kardike „ û rayedarên hukumeta Almanya fedarl dikim , ku wan di rûniştina 14.02.2022*1 de daxwaznameye ku birêz Gohdar Alkaidy hevserokê “Ofîsa Karûbarên Êzdiyan li Berlînê”, ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan ya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye kirin gihandibû wan gotûbêjkirin û nirixandin.
Ez gelekî dilxweş bûm, ji ber ku ewan jî ew pêşniyarînameya ku min di daxwaniya „Duyemîn salvegera komkujiya Șengalê bibîr tînim!“*2 de gotibû, „hêvîdarim heta ku Kurdistaneke serbuxwe çêbive , herêma Șengalê weke parêzgeheke Êzdîxanêye otonom, ji aliyê Dewletȇn Yekbuyî yên Amerîkayê(DYA) , tevaya netewȇn NATO’ê û welatên cîhanê ve bêye pejirandin ȗ bi parastin“*2, di vê rûiştinê de ji aliyê birêz Gohdar Alkaidiyî ve jî hate pêşniyarî kirin.
Ez hêvî ji rayedar û parlementerên hukumeta Almaniya federal dikim , ew jî pêşniyariya ku endamên „ komîteya ku li ser daxwaznameyên ji bo meclisa Almaniya federal “ pêşkêşî wan bikin , binirxînin û qirkirina Êzidiyan ya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye kirin, bi pejirînin û jenosîda li Êzdiyan hatiye kirin nasbikin.
Çavkanî :
1 Anerkennung des Völkermords an den Jesiden durch den IS
2 Kemal Tolan- „Duyemîn salvegera komkujiya Șengalê bibîr tînim“!

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Yek ji rewşenbîrê Êzidînasyê koça dawî kir

Lalish Duhok

Bingehê laliş pişkdarî di pêşangeheke geştyarî ya nêvdewletî li Duhokê da kir

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê diçe Fransa

Lalish Duhok