شبكة لالش الاعلامية

Eskere Boyik: Roja zimên pîroz be!

Eskere Boyik: Roja zimên pîroz be!
Bila kes xwe ȗ gel nexapȋne, heta dewleta Kurd tinebe, evdên kurd, we wa tim li pey koça mirovatiyê da bikulin ȗ nagihȋjine tu armancê-serketinê. Ne dêmokirasiya derew, ne biratiya gelan, ne biratiya olan, ne bratiya cȋnaran tu birȋna qenc nakin…
Ev biratȋ qeyd-zincȋrên zulm ȗ xezeba koletiyê ne. Dȋrokê da ev rê gişt jȋ hatine cêribandin, wana tek birȋnên kȗre kumkujiye ji pey xwe hȋştin e.
Derew e, biratya gelan, biratiya olan, biratiya cînaran nîne…
Heta dewlet tune be, ne welat azad dibe, ne nav azad dibe, ne gel azad dibe, ne al azad dibe, ne ziman…Heta nanê rojê jȋ wê destê wan da be…
Hêz, qewatên gel, serokên welathiz welatê xwe azad dikin, dewleta xwe chihê dikin.
Hêzên me, bira xwe bi dêmokirasiyê, biratiya gelan, olan ȗ cȋnaran nexapȋnin…
Rê yek e bilindkirina ala dewletbȗn ȗ serxwebȗnê…
Bila roja zimên gelê me pȋroz be…
14.05.2022

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

XEMXARE EZDI: Êrîșên roma reș û dujminên Kurdistanê șermezar dikim, gazî û hawara min !

Lalish Duhok

Nadiye Murad bi girî û qêriyan vegeriya gundê Koço

Lalish Duhok

Li Şingalê 2 kes bi Koronayê mirin

Lalish Duhok