شبكة لالش الاعلامية

Di hikûmeta nû ya Kurdistanê de 3 jin dibin wezîr

Di hikûmeta nû ya Kurdistanê de 3 jin dibin wezîr

Hewlêr (Rûdaw) Di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo cara yekem 3 jin dibin wezîr. Ew yek di demekê de ye ku vê carê du jin herdu postên Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Sekretariya Parlamentoyê birêve dibin.

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku yek ji beşdarên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, Bêgerd Talebanî bo Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê kandîd kiriye.

Tevgera Goranê jî Kuyistan Mihemed ji bo Wezareta Kar û Karûbarên Civakî berbijêr kiriye.

Herwiha behsa wê yekê tê kirin ku yek ji wezîrên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî jin e, û tê gotin ku Dr. Vala Ferîd dê bo wezaretekê were kandîdkirin.

Vala Ferîd niha Seroka Parlamentoya Kurdistanê ye, lê biryar e di çend rojên bihê de wê postê radestî berbijêra YNKê Rêwas Fayiq bike.

Ji bilî hikûmetê, pêgeha jinan li Parlamentoya Kurdistanê jî bihêztir ji her carî ye, bi awayekê ku ji sê endamên Desteya Serokatiya Parlamentoyê, 2 kes jin in, ku ew jî Dr.Vala Ferîd seroka parlamentoyê û Muna Qehweçî sekretera parlamentoyê ne.

Sekretera Giştî ya Encûmena Bilind a Karûbarên Jinan li Herêma Kurdistanê, Pexşan Zengene ji Rûdawê re ragihand: “Hebûna sê jinan di kabîneya nû ya hikûmetê hemû tişt nîne, lê belê pêngavekî baş e. Herwiha hebûna jinekê di posta Seroka Parlamentoyê de jî pêngavekî gelek baş e û cihê destxweşiyê ye.”

Di kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê wezîreke jin hebû û ew jî Wezîra Şarevanî û Geştûguzarê, newroz Mewlûd bû, ku li ser pişka PDKê bibû wezîr.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Şingalê merasîma danîna bîrdariya şehîdên jenosîda Êzdiyan birêve çû

Lalish Duhok

Bexdayê 38 zarokên çekdarên DAIŞê radestî Azerbaycanê kirin

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Hêvîdar im ev cejn pêkvejiyana me bihêztir bike

Lalish Duhok