شبكة لالش الاعلامية

Hunermendeka Êzidî dê bi gelek zimanêt Cîhanî Sitrana bêje.

Hunermendeka Êzidî dê bi gelek zimanêt Cîhanî Sitrana bêje.

Dengê Laliş: Salar Fayz

Keça Hunermenda Êzidî xelka Corcîya neha li welatê Almanya jiyan dike, ji rojnama Dengê Laliş ra jiyana xwe ya hunarî bi vî awayî anî ziman: Li sala 2015 yekemîn sitrana xwe min belavkir bi navê ‚‘ Avêst Dilê Min‘‘. Her ji Zarokînîya xwe min hez ji Sitrangotinê kirye ji ber ez bixwe ji binemaleka hunerdostim. Dapîrka min sitran digotin û xalê min sazvan bû di çû dawet û konsêrta, ji alîyekî dîve huner digere li nava xwîna min da.

Ez gelek daxbar bûm bi dengê hunermendêt mezin wek ‚‘ Ayşêşan, Aram Tîgran, Karapîtê Xaço, û Şehrîbana Kurdî …), min gelek guhdarîya van hunermenda dikir li radîoya Dengê Êrîvanê.

Herwesa Avêsta behsa berhmêtên xwe kir û got: Heya neha min Çar kilêp hene , Sê bi zimanê Kurdî û êk jî bi zimanê Rûsî, û li Paşerojê min pilan heye ez Sitrana bi gelek zimanêt cîhanî bêjim wek (Ingilizî , Almanî, Yonanî, Armenî, Hindî …) da ku cihanê guh li hunera kurdî û Êzidî hebe.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Em piştevaniya temam bo rojnamevanan dûpat dikin

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîra Derve ya Swêdê kir

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Rêkeftina Şingalê baştirîn çareserî ye ji bo bidawîkirina êş û azarên xelkê Şingalê

Lalish Duhok