شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Piştgiriya xwe ya bênavber ji bo mafên jinan û rola wan a çalak dubare dikim

Mesrûr Barzanî: Piştgiriya xwe ya bênavber ji bo mafên jinan û rola wan a çalak dubare dikim

BasNews– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê di merasîma bîranîna 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “em piştgiriya xwe ya bênavber ji bo mafên jinan û rola wan a aktîf di hemû warên jiyanê û civakê de, bi taybetî di saziyên hikûmetê de dubare dikin.”

Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im jin hertim di jiyana xwe de serkeftî bin û mafên wan bên parastin û ji her stem û çewisandinê rizgar bibin.

Destxweşiyê li Encûmena Bilind a Jin û Geşepêdanê û Desteya Yeksaniya Zayendî û Desteya Jinê ya Netewên Yekgirtî (UN Women) dikim, ji bo organîzekirina vê boneyê û îmzekirina yadeşta hevtêgihîştinê ji bo xizmeta pirsgirên bi jinan pêwendîdar in.

Bi vê boneyê em piştgiriya xwe ya neguhêr ji bo mafên jinan û rola wan a aktîf di hemû warên jiyanê û civakê de, bi taybetî di saziyên hikûmetê de dubare dikin.

Jinan di dirêjahiya dîroka gelê Kurdistanê de, roleke wan a girîng di nava civaka me de hebûye. Her tim alîkarî û beşdarî qonaxên dijwar ên têkoşîna Kurdistanê bûne û xwedî dîrokeke tijî serwerî ne. Piştî serhildan û avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rola jina Kurdistanê di hemû warên hikumraniyê de diyar e. Em ê kar jî bikin ku zêdetir pêgeha jinan di hikûmetê de li gorî şiyan û karînên wan bihêztir bikin û hemû şêweyên biçûkxistina rola jinan di rêveberiyê de ji holê rakin.

Ez hêvî dikim ku îmzekirina vê hevtêgihîştinê bibe alîkar di warê statîstîkên ku dê bêne berhevkirin û peyda kirin, ji bo destnîşankirina pirsgirêk û astengiyên li pêşiya jinan û rakirina hemû binpêkirinên mafên jinan û astengiyên li pêşiya wekheviya zayendî.

Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî hemû cure binpêkirinên mafên mirovan û hemû cureyên tundiyê ne, bi taybetî tundî, kuştin, îşkencekirina jinan û binpêkirina mafên wan. Lê mixabin civaka Kurdistanê jî weke gelek civakên din ên cîhanê ji ber vê êşê dinale. Ev tundûtûjî ji bo me nayê qebûlkirin û em ê bi awayekî giştî di rûbirûbûna vê diyardeyê de berdewam bin.

Rûbirûbûna tundiyê û xebat ji bo pêşxistina çanda wekheviya zayendî erkekî hevpar a me hemûyan e û divê civak bi giştî, hikûmet, rêxistinên jinan, civaka sivîl, mamosteyên olî, dibistan, zanîngeh û navendên rewşenbîrî bi hev re kar li ser hişyarkirina tak û malbatan bikin û karê cidî ji bo jinavbirina tundiyê, pêşxistina çanda wekhevî, pêkvejiyanê û hevdu qebûlkirinê bikin.

Baweriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê a temam bi stratejiya bihêzkirina pêgeha jinan heye û li ser wê yekê kar dike. Divê jin û mêr ji derfetên li ber destên wan in, wekhev sûd werbigirin û her wiha ew ê ji erk û mafên xwe yên wekhev jî sûd werbigirin.

Ez careke din pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê û jiyaneke xweş û rehet ji we re dixwazim.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kongirê Pêncê yê Bingehê Laliş Tayê Ba’edrê hate gêran.

Lalish Duhok

serokê desteya bilinda bingehê laliş seredana pêşmergehên di hêrşa duhî da birîndar buîn kir

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 10 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok