شبكة لالش الاعلامية

Netewên Yekgirtî: Zêdetir ji 38 hezar kesan ji Kurdistana Başur koç kirine

Netewên Yekgirtî: Zêdetir ji 38 hezar kesan ji Kurdistana Başur koç kirine

 Çavkanî: Waar media 

Komisyona penaberan li Netewên Yekgirtî koçkirina zêdetir ji 38 hezar welatîyê herêma Kurdistanê ber bi Awropa ve piştrast kir.

Komisyona bilind ya karubarên koçberan li Netewên Yekgirtî ragîhand: li destpêka sala 2015 heta niha, zêdetir ji 38 hezar welatîyên herêma Kurdistanê welatê xwe bi cih hêlaye û ber bi Awropa ve koç kirine, ji wan jî 393 kesan jîyana xwe ji dest daye û termên gelek ji wan jî heta niha nehatine dîtin.

Jêderan dîyar jî kir: zêdetir ji hezar û pêncî kes di girtîgehên yunan û welatên din da asê mane û gelekên din jî heta niha hindane.

Tê zanîn, hijmara kesên koç kirî li sala 2016 bi hember kirin li gel sala 2015 ji sedema rêkeftina yekîtîya Awropa li gel Tirkîyê bi rengekê berçav kêm bûye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Iraqê 60 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok

Razîbûn li ser sindoqa avedankirina Şingalê‌ hat kirin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Xebata me ji bo serxwebûnê ye

Lalish Duhok