شبكة لالش الاعلامية

Amerîka pesna rola Herêma Kurdistanê ya di şerê DAIŞê de dike

Amerîka pesna rola Herêma Kurdistanê ya di şerê DAIŞê de dike

Çavkanî :BasNews

Balyozê Amerîkayê yê Iraqê, pesnê rola Herêma Kurdistanê ya di şerê dijî DAIŞê kirin.

Li gor daxuyaniyekî ku îro 08.08.2016ê de hatiye belavkirin û wêneyekî wê ji BasNewsê re hatiye birêkirin de, balyozê Amerîkayê yê Iraqê Stewart Jones di rojên 04-06.08.2016ê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Di daxuyaniya ku hatiye belavkirina de, Stewart Jones di serdana xwe de li gel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya ye û spasî û pêzanîn Amerîkayê yên derbarê Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge yên derbarê şerê dijî DAIŞê de aşkera kirine.

Balyozê Amerîkayê di civîna li gel Mesûd Barzanî de behsa penaberên Iraqê yên li Kurdistana başûr kiriye û diyarkiriye, bi piştîwaniya ‘’Mezinê kurd’’ bo penaberan ve alîkarî hatiye dayîn.

Balyozxaneya Amerîkayê di beyanameya xwe de amaje bi vê jî kiriye ku, di serdana xwe de Stewart Jones li gel rêveberên YNKê û serokê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa jî civiya ye û behsa aştiya siyasî û berdewambûna şerê dijî DAIŞê kiriye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

5 kîlo zêr bi bûkê û 5 milyon TL jî bi zava ve kirin

Lalish Duhok

Artêşa Tirkiyê êrîşa xwe li ser Efrînê destpê dike

Lalish Duhok

Zaxo – Pêşmergeyekî Şoreşên Îlon û Gulanê koça dawî kir

Lalish Duhok