شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Derîyên Partî bo çerekirina pirsgirêkan vekirîye

Nêçîrvan Barzanî: Derîyên Partî bo çerekirina pirsgirêkan vekirîye

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî weku cîgirê serokê partîya demokrata Kurdistanê, bi helkefta heftê salîya damezrandina partî peyamek belav kir.

Di peyama Barzanî da, ew yek hatîye ku partî herdem pişkeke bûye ji çarekirna kêşeyan û nabîte egerê mezinkirina kêşe û nakokîyan, jiber vê yekê jî partî dê hemû dergehan bo li hevgihiştin û çarekirina kêşeyan û xwe amadekirin bo qonaxa bê vekirî hêle.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe da dîyar kirîye, ku partîya demokrata Kurdistan berî heftê salan weku pêdvîyeka waqî, sîyasî û civakî ya wî serdemî hate damezrandin û bêtirîya wan armancên partî bo hatîye damezrandin jî piştî heftê salan hatine bicîh anîn.

Barzanî ew yek jî da zanîn, çawa di serdemên sext û tarî da partî teslîm nebû û bi umêdeka nû temaşeyî paşerojê dikir, niha jî bi hêvîyên mezintir temaşeyî paşerojê dike

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Piştî perlemanê Almanya biryara cînosaîda Ermena pesend kirî Tûrka bawerî bi yek ne ma .

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya Iraqê bi hevpeymaniyeke berfireh û bihêz heye

Lalish Duhok

Salvegera 9 ya cînosayda Êzidiyan li Duhokê hate saxkirin

Lalish Duhok