September 16, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokê Herêma Kurdistanê salvegera PDKê ya 70.mîn peyamek pîrozbahiyê belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê salvegera PDKê ya 70.mîn peyamek pîrozbahiyê belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê û serokê PDKê Mesûd Barzanî  salvegera PDKê ya 70.mîn peyamek pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyamekê de ragihand, ti rêyek din li hember Kurdistanê nemaye ku bikaribe xwe biparêze û ji karesat û kêşeyan rizgar bibe, tenê rêya serxwebûnê nebe Serok Barzanî ragihand, PDK girêdayî daxwaz û vîna gel e û bo bidestxistina hêviya gelê Kurdistanê û serxwebûnê amade ye. Barzanî tekez kir, ku tekane rêya ku Kurdistan bikaribe xwe biparêz e, serxwebûn e!.

Îro duşemî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku hevdem Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye jî, bi boneya 70yemîn salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir.

Di vê peyamê de Mesûd Barzanî pîrozbayî li xelkê Kurdistanê, malbatên şehîdan, pêşmerge, kadro, endam û alîgirên PDKê kir.

Serok Barzanî ragihand: “Dîroka 70 salî ya xebata PDKê beşeke giring û yekalîkir a dîroka xebat û berxwedana gelê Kurdistanê ye û tijî bilindî û nizimiyan e, PDK beşdarekî sereke di serkevtin û destkevtan de bûye û di qonaxên zehmet û dijwar de jî xwe bi berpirs zaniye.”

di vê peyamê de herwiha tê gotin, ku PDK di hemû qonaxan de, bo bergirîkirin ji maf û daxwaziyan, misogerkirina destkevtan û kûrkirina piralîtî, biratî û pêkvejiyanê de amûrek bûye di destê gelê Kurdistanê û herdem rola xwe ya pêşeng di hemû warên jiyana siyasî ya Kurdistanêde parastiye.

Serok Barzanî herwiha destnîşan kir: “Bi berçavgirtina berjewendiyên bilind ên Kurdistanê û hesasiyeta rewşê û ew derfet û zehmetiyên ku li berdem gelê Kurdistanê hene, PDK herdem amade ye bo gotûbêjê û çareserkirina arîşeyan. Di vê yekê de jî PDK hez û daxwaza xelkê wek çavkanî (lêvergir) dibîne û girêdayî hêviya gelê Kurdistanê û serwerî ûserxwebûnê ye.”

Di beşeke din a peyamê de, Serokê PDKê daxwaz ji endam û alîgirên PDKê dike ku di hemû rewşan de kar bi wan nirx û prensîpan bikin, ku PDK li ser wan hatiye damezrandin û Barzaniyê nemir rêbertiya wê kiriye.

Herwiha di peyamê de tê gotin, ku rêbaza Barzaniyê nemir rêbaza pêkevjiyanê, bawerbixwebûna mrovê Kurdistanî û rûbirûbûna zordariyê ye û tekezî li ser wê yekê tê kirin, ku çavkaniya bihêzbûna PDKê rêbaz, nirx û armancên wê ne.

Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got: “Bîranîna 70 salî ya damezrandina PDKê bi derfet dizanim, ku (tê de) xelkê Kurdistanê ji wê yekê dilhêsayî bikim, ku bi hemû şiyanekê em tekezî li ser cîbicîkirina mafê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê û serxwebûna wê dikin. Ji bo ku Kurdistan bikaribe xwe biparêze û ji serêşiyan rizgar bibe û pêngav bavêje nav vejandinê û pêşkevtinê, ji bilî serxwebûnê ti rêyek din li pêşiyê nîne, û di wê yekê de pêşmerge ji her kes û aliyekê zêdetir maf heye ku biryarê li ser çarenivîsa gelê Kurdistanê bide, ji ber ku bi xwîn û cane xwe Kurdistanê diparêze.”

Serok Barzanî ragihand, ku serxwebûna Kurdistanê ti xeteriyan bo ti aliyan çênake û berovajiyê wê dawî bi şer û karestan tîne. Barzanî wiha berdewam kir: “Peyama serxwebûna gelê Kurdistanê peyama aştî û dawîanîn bi şer û karesatan e. Serxwebûna Kurdistanê ti demê nayê wê wateyê ku gef be li ser ti aliyekê, belku berovajiyê wê dibe faktora tenahî, îstîqrar, pêkvejiyan û biratiya gelan li deverê.”

Di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û çareserkirina kirîza siyasî ya li Kurdistanê de jî, Barzanî got: “Derbarê wê destpêşxeriya ku bo dawîanîna bi kirîza siyasî li qadê ye, hêvî dikim ku hemû alî û PDK jî hesasiyeta qonaxê li serveyî hemû berjewendiyan bibînin û kar bo serxistina wê destpêşxeriyê bikin û dawî bi wê kirîzê were anîn û hemû alî di ast berpirsatiya dîrokî û daxwazên gel de bin.”

Di dawiya peyama xwe de jî Serokê PDKê spasiya xelkê Kurdistanê û cemawerê PDKê dike, ku bi xweragirî hemû arîşe tehemûl kirine û di şerê terorîstan de bi can û bi malên xwe piştevaniya Hêzên Pêşmerge bûne û rolek bi bandor di bergirî û parastina destkevtan de hebûne.

Serok Barzanî herwiha daxwaz ji hemû endam û alîgirên PDKê kir: “Ji bo serxistina Kurdistanê rûbirûna gendeliyê bi erkê xwe bizanin û pişt bi Xwedayê mezin ew reforma ku di nav PDKê demekê dest pê kiriye, dê encamên dilxweşker hebin û dê bikeve xizmeta berjewendiyên gelê Kurdistanê.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi