Başîk – Yekemîn Krîsmesa piştî DAIŞê
Rûdaw
Piştî rizgarkirina ji detsê DAIŞê, îsal bo yekemên car merasîma cejna ji dayikbûna Hz Îsa Mesîh ango Cejna Krîsmesê li navçeya Başîkê birêve çû.
Çekdarên DAIŞê di êrişên xwe yên berfireh ên sala 2014ê de, karîbûn bajarokê Başîkê yê girêdayî parêzgeha Mûsilê jî, ku piraniya nifûsa wê kurd in û beşek ji rûniştvanên wê jî mesîhî ne, kontrol bikin.
Lê belê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, hêzên pêşmerge yên Kurdistanê di 7ê Mijdara 2016ê de Başîk ji destê DAIŞê derxistin û kontrola wê devera Kurdistanî ya girêdayî parêzgeha Mûsilê girtine destê xwe.
Di heyama desthilatdariya DAIŞê de û ji sala 2014ê ve, cejna sersala zayînî ango Krîsmes li Başîkê nehatibû pîrozkirin.
Pişît zêdetirî 2 sal û nîvan, îsal bo yekemîn car piştî nemana DAIŞê li vî bajarokî, zengên dêrên Başîkê bi helkevta roja ji dayikbûna Hezretê Îsa Mesîh ango Cejna Krîsmesê hatin lêdan û bawerdarên mesîhî bi merasîmên taybet pêşwazî li Krîsmesê kirin.
Xelkê mesîhî yên Başîkê bi rizgarkirina devera xwe ji aliyê hêzên pêşmerge ve û hebûna derfetê bo birêvebirina merasîmên Krîsmesê kêfxweşiya xwe tînin ziman.
Mesîhiyên Başîkê herwiha daxawz ji rûniştvanên wê deverê ku pêştir ji ber şer û êrişên DAIŞê koçber bûne, kirin ku vegerin ser cih û warê xwe.
Ji aliyekê din ve mesîhiyên Başîkê spasiya Hêza Pêşmere û Asayişa Herêma Kurdistanê kirin, ku bi awayekê berdewam hewla parastina wan û devera wan didin.
Ji bo parastina ewlehiya xelkê di dema birêveçûna merasîmên Cejna Krîsmesê de, nêzîkî 1000 pêşmerge tevî hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê li navçeya Başîk û bajarokê Behzanê di erk de bûn
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî