شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Eger pêşmerge nebûyan alaya Kurdistan û Iraqê li Kerkûkê dê ne bilindkirîban

Nêçîrvan Barzanî: Eger pêşmerge nebûyan alaya Kurdistan û Iraqê li Kerkûkê dê ne bilindkirîban

BasNews

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, eger pêşmergeyên Kurdistanê nebûyan niha li Kerkûkê wê şûna alaya Kurdistan û Iraqê ala DAIŞê bû.

Îro,Çarşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya merasîma çilrojya medyakar Şîfa Gerdî de ragehand ku,DAIŞê dema ku, di  sala 2014ê de Mûsil dagîrkir rewşa Kerkûk ji ya Mûsilê xirabtir bû û eger pêşmergeyên Kurdistanê nebûyan niha li şûna alaya Kurdistan û Iraqê li Kerkûkê ala DAIŞê bû.

Herwiha da zanîn ku, DAIŞ li Mûsilê bi awayeke serbazî bi dawî nayê, divê bi awayeke siyasî jî were çareserkirin, wê DAIŞ bi naveke din û şêwazeke din bimîne.Aşkere kir ku, Di sala 2014ê de dema DAIŞê êrîş Mûsilê kir bandoreka wê ya mezin li Kurdistanê hebû û têkbirin û şikestina DAIŞê jî wê li aliyê asyîş û aboriyê ve bandora xwe li ser Kurdistanê hebe.

 Herwiha Barzanî da zanîn ku, bi hatina DAIŞê, avakirin û xizmeguzarî li Herêma Kurdistanê  hate rawestandin ji ber ku, babeta bergirî û parastin ne bi sanyî ye, da zanîn ku, di şerê DAIŞê de hezar û 700 pêşmerge şehîd bûn û nêzîkî 10 hezar birîndar jî ev yeke jî ziyaneke mezin gihande herîma Kurdistanê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 28 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Bi video: wê lijneke vekolînan ji bo gorên bi com were danîn

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 8 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok