شبكة لالش الاعلامية

Kurdên êzidî ji Heşda Şeibî veqetiyan

Kurdên êzidî ji Heşda Şeibî veqetiyan

Şingal (Rûdaw)

 150 kurdên êzidî yên tevlî milîsên Heşda Şeibî bûne jê veqetiyan.

Rêveberê Asayişa Şingalê Qasim Simo ji Rûdawê re ragihand ku di heyama çend rojên borî de zêdetirî 150 kurdên êzidî yên tevlî Heşda Şeibî bibûn jê cuda bûne.

Qasim Simo diyar kir ku asayiş ji kesên ji Heşda Şeibî vediqetin hemû hêsankariyan dike û got: “Kesên pêştir Pêşmerge bûne dîsa vedigerin ser erka xwe.”

Simo destnîşan kir ku kurdên êzidî ji ber sedemên cuda tevlî Heşda Şeibî bûne û wiha domand: “Êzidî dema dibînin ku armanca wan û Heşda Şeibî ne wekî hev e, ji nav wan veqetin.

”

Li herêma Şingalê zêdetirî 300 kurdên êzidî beriya niha tevlî Heşda Şeibî bibûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Qaymeqamê Şingalê: Çekdarên PKKê li keçeka êzîdî dan!

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Endonezya li Iraqê kir

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî behiya Mîrê Kuweytê dibe

Lalish Duhok