شبكة لالش الاعلامية

Şingal…Kurdên êzdî piştevaniya referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin

Şingal…Kurdên êzdî piştevaniya referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin

BasNews

 Rêveberê nahyeya Sinûnê ya ser bi qeza Şingalê diyar kir, xelkê nahyeya Sinûnê bêhtir dê beşdarî referandomê bikin bo serxwebûna Kurdistanê, ji ber mifteya çareseriya birînên xelkê me ew e, dê kurdên êzdî ji karesetan rizgar bibin û ji kevin de kurdên êzdî li benda vê roja dîrokî ne.

Rêveberê nahyeya Sinûnê Nayîf Seydo ji BasNewsê re diyar kir: ‘’Kurdên êzdî gelek caran daxwaz kirine bikevin ser herêma Kurdistanê, li dijminan asteng kirine. Naha ew dem hatiye kurdên êzdî birînên xwe çareser bikin, pêkanîna referandomê li deverên dervey rêveberiya herêma Kurdistanê dê me ji pirsgirêkên du rêveberiyê rizgar bike, di bi fermî emê bikevin ser herêma Kurdistanê, dê pir baştir karûbarên kurdên êzdî bêne kirin.’’

Herwaha got: ‘’Êzdî dê bi rêya referandomê ve xwe ji erebên xedar rizgar bikin. Her ji naha û pê de emê di nav xelkê xwe de kar bikin, bi gelek cureyan giringiya referandomê emê bigehînin hemû hemwelatiyan. Xelkê me bi hemû hêz û şiyanên xwe ve dê piştevanên referandomê be.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rolê afreta Êzidî û pêgehê wê dinava civakî da hate behiskirin

Lalish Duhok

Parlementoya Kurdistanê pîrozbahî li mîr Hazim Tehsîn Beg kir

Lalish Duhok

UNICEFê kuştina zarokekî li Şingalê di êrîşa Tirkiyê ya li dijî baregeha PKKê şermezar dike

Lalish Duhok