شبكة لالش الاعلامية

Salvegera rojnama dengê‌ laliş bi çendîn çalakyan hate saxkirin

Salvegera rojnama dengê‌ laliş bi çendîn çalakyan hate saxkirin
Tora laliş ya ragehandinê‌/Duhok

Çardemîn salvegera damezrandina rojnama dengê‌ laliş,bi çendîn çalakyên cora û cor li hola bingehê‌ laliş li Duhokê‌ hate saxkirin.

Îro roja şembûyê‌ 13î Oktobera 2018ê‌ bi amadebûna berêz” Şêx Şamo “serokê‌ desteya bilnda bingehê‌ laliş û jimareka nvîskar û stafê‌ rojnamê‌ û peyaminêran, çardemîn salvegera damezrandina rojnama dengê‌ laliş bi çendîn çalakyên cora û cor hate saxkirin û şemalka pazdê‌ helkir.

Li destpêkê‌ berêz”Şemo Qasm”sernvîskarê‌ rojnama dengê‌ laliş bixêrhatina stafê‌ rojnamê‌ kir û kurtyek da ser rojnamê‌.

her bi vê‌ helkeftê‌ rûnştneka vekrî bo pitr pêşdaçona rojnamê‌ bo peyaminêran hate sazdan.

Li dawyê‌ rêz li stafê‌ rojnamê‌ û çendîn nivîskarên berdewam pişkdaryê‌ di rojnamê‌ da dikin hate girtn.

Rojnama dengê‌ laliş zmanhalê‌ desteya bilnda bingehê‌ laliş yê‌ rewşenbîrî û komelayetî ye li Duhokê‌, li rêkkeftî(12/10/2004)ê‌ êkem jimare jê‌ derçoye û heta nho bi herdû zimanên kurdî û erebî bê‌ seknandin ya berdewame liser weşandinê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Erk û berpirsyariyên PDKyê dîrokî û mezin in

Lalish Duhok

Yek ji rewşenbîrê Êzidînasyê koça dawî kir

Lalish Duhok

Mela Enwer: Miletê bi zimanê xwe neaxive winda dibe

Lalish Duhok