شبكة لالش الاعلامية

Sibe li Herêma Kurdistanê yekem roja Cejna Remezanê ye

Sibe li Herêma Kurdistanê yekem roja Cejna Remezanê ye

Hewlêr (K24) – Lijneya Bilind a Dîtina Heyvê ya Herêma Kurdistanê ragihand, sibe li Herêma Kurdistanê yekem roja Cejna Remezanê ye.

Îşev 20ê Nîsana 2023an, di konferanseke rojnamevanî de, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragihand, piştî dîtina heyvê li ser asta hemû parêzgeha, sibe yekem roja Cejna Remezana pîroz e.

Piştîwan Sadiq diyar kir: “Em bi vê boneyê pîrozbahiyê li hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê dikin. Em hêvîdar in, ev cejn bibe havêna aştiyê ji bo Kurdan û dawiya kêşe û milmilaniyan be.”

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî destxweşî li melayên Kurdistanê kir, ku di meha Remezanê de roleke mezin lîstin û ji bo xizmeta misilimanan û mizgeftan xebitîn. Herwiha spasiya Pêşmerge û hêzên ewlehiyê kir ji ber parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê, da ku bikarin di aramiyê de îbadetên xwe bikin.

Welatên wek Tirkiye, Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratê ragihandine ku sibe Înê yekem roja Cejna Remezanê ye, lê belê welatên wek Maleyza, Endonesiya, Japonya, Sîngapûr, Awustralya û Tayland ragihandine ku sibe Înê temamkerê heyva Remezanê dibe û roja Şemiyê 22ê Nîsanê, yekem roja Cejna Remezana pîroz e.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî sobe bi ser awareyên çiyayê Şingalê de belav kir

Lalish Duhok

“Bingehê‌ laliş rjde li ser dana kotayê‌ bo êzdyan li perlemantuyê Kurdistanê”

Lalish Duhok

Ji Pêşmerge bo PKKê peyam

Lalish Duhok