شبكة لالش الاعلامية

Piştî DAIŞê li Başîkê cejna yekem

Piştî DAIŞê li Başîkê cejna yekem

Başîk (Rûdaw)

Li nahiyeya Başîk a Mûsilê piştî DAIŞê cejna yekem hate pîrozkirin.

  Niştecihên Başîkê diyar dikin, ku di serdema DAIŞê de ji cejnan tehmek wernedigirtin, lê niha fêm dikin, ku cejn e.   Li nahiyeya Başîkê bazar jî geş bûne.

Herwiha di serdema DAIŞê de çekdarên rêxistinê, lixwekirina hin cil û bergan li ser wan ferz dikir, lê niha xelk diçin bazaran û li gor dilê xwe cil û bergên xwe li xwe dikin.

  Piştî kontrolkirina navenda nahiyeya Başîkê û gundên derdora wê, di dawiya 2016an de ji sedî 50yê xelkê deverê vegeriyane cih û warên xwe.

  Herwiha xelkê Başîkê eşkere dikin, ku ev cejna Remezanê ji bo wan du cejn e.

Him cejna Remezanê û him jî cejna nemana DAIŞê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kempa Şarya bi blokan dê were avakirin

Lalish Duhok

Rûniştvanên kampa li çiyayê Şingalê li benda alîkariyên bilez in

Lalish Duhok

Barzanî pişikdarî merasîmên 241 saliya damezrandina Amerîkayê bû

Lalish Duhok