شبكة لالش الاعلامية

Piştî DAIŞê li Başîkê cejna yekem

Piştî DAIŞê li Başîkê cejna yekem

Başîk (Rûdaw)

Li nahiyeya Başîk a Mûsilê piştî DAIŞê cejna yekem hate pîrozkirin.

  Niştecihên Başîkê diyar dikin, ku di serdema DAIŞê de ji cejnan tehmek wernedigirtin, lê niha fêm dikin, ku cejn e.   Li nahiyeya Başîkê bazar jî geş bûne.

Herwiha di serdema DAIŞê de çekdarên rêxistinê, lixwekirina hin cil û bergan li ser wan ferz dikir, lê niha xelk diçin bazaran û li gor dilê xwe cil û bergên xwe li xwe dikin.

  Piştî kontrolkirina navenda nahiyeya Başîkê û gundên derdora wê, di dawiya 2016an de ji sedî 50yê xelkê deverê vegeriyane cih û warên xwe.

  Herwiha xelkê Başîkê eşkere dikin, ku ev cejna Remezanê ji bo wan du cejn e.

Him cejna Remezanê û him jî cejna nemana DAIŞê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş û Fedrasyona Komelên Kurdistanî li Elmanya peywendiyan xurt diken

Lalish Duhok

Nivîsîngeha Laliş Sîba Şêxdrê kelupel bo qutabxanên kempa Çem mişko dabînkirin.

Lalish Duhok

Bi video…Li konferansa Gorran a Londonê ji Pêşmerge re tê gotin Cehş!

Lalish Duhok