شبكة لالش الاعلامية

Beşdarîbûna Mala Êzdiyan, a di şahiya bajar û xelqên Oldenburg‘ ê de pîroz dikim!

Beşdarîbûna Mala Êzdiyan, a di şahiya bajar û xelqên Oldenburg‘ ê de pîroz dikim!

Kamal Tolan

îro zêdetirî 100 komel û komên pir cûde tevî meşa „Kramermarkt“ , a destpêka şahiya xelqên di nav bajarê Oldenburg‘ ê û bakurrojavayê Almaniya yê de dijîn bûn.

Ez weke yek ji damazirander û endamê Mala Êzdiyan a li Oldenburg‘ ê, zahf dilxweş bûm ku, Îsal endam û birêvebirên Mala Êzdiyan a li Oldenburg‘ ê jî, li gor derfetan, bi libas û bernamên xwe tevî vê meş û bernama vê şahiya xelqên di nav bajarê Oldenburg‘ ê û bakurrojavayê Almaniya yê de dijîn bûn.
Gelek spas ji bo van xuşk, bira û birêvebirên Mala Êzdiyan a li Oldenburg‘ ê, ku we bi vê şîayriya xwe“ Êzdî eva serê 50 salan û Mala Êzdiyan jî 25 salan di Oldenburg‘ ê de ne“ , çanede, ol û netewa me dane naskirin.

Ev bernama şahîya „Kramermarkt“-‚ê bajarê Oldenburg‘ ê, eva serê 411 salan têye pêşkêşkirin, îsal jî di 28.09.18 de destpêkiriye û wê heta 07.10.18 berdewam dike.

Tê gotin, wê di nava van deh rojan de nêzîkî 1,5 miliyon kes-hûr û gir beşdarî vê şahî û kêfê bivin.

video li vi linkê li xwarê bibinin …

https://www.facebook.com/xemxware.ezdi/videos/pcb.2287131844835817/2287129501502718/?type=3&theater

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî bersiva nameya serokê herêmê da

Lalish Duhok

Di zivistanê de çîroka hespên serberdayî

Lalish Duhok

Heyder Şeşo: Grûpên Heşda Şeibî û PKKê li nav Şingalê ne

Lalish Duhok