شبكة لالش الاعلامية

Sê sal berî naha Şingal bi fermandariya Serok Barzanî ji dest DAIŞê hat rizgar kirin!

Sê sal berî naha Şingal bi fermandariya Serok Barzanî ji dest DAIŞê hat rizgar kirin!

BasNews – Sê sal berî naha piştî salek dagirkirina qeza Şingalê ya ji aliyê çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê, bi fermandariya Serok Barzanî ve ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve ji dest çekdarên DAIŞê hate rizgar kirin.

Berpirsê baskê Şingalê yê PDKê Qadir Qaçax ji BasNewsê re vê derbarê de ragehand: ‘’Cîhê serfiraziyê ye û gelek qurbanî hatin dayîn di rizgar kirina bajarê Şingalê ji dest terorîstên DAIŞê. Serok Barzanî ew soza ku da kurdên êzdî wê demê bo rizgar kirina bajar bicîh anî. Piştre jî serok Barzanî li ser çiyayê bilind ên Şingalê peyama serkeftin û rizgar kirina Şingalê ji dest terorîstan ragehand û Pêşmergeyên qehreman karîn Şingalê rizgar bikin.’’

Herwaha got: ‘’Lê mixabin piştî bûyerên 16ê cotmehê û dagirkirina navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê ji aliyê Heşdî Şeibî ve, Şingal ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî û çekdarên PKKê ve hatiye dagir kirin. Naha jî em li benda rêkeftina kurdan a li gel hikûmeta Bexdayê ne, ku rewşa navçeyên Kurdistanê ji Şingalê heta Xaneqînê bên asayî kirinê ne, ku desthilatiya rewa ya wan navçeyan vegere ser karê xwe.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê di navçeyê de wekî fakterekî aramiyê dimîne

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Tirkiyê strana Dar Hêjîrokê

Lalish Duhok

Bingehê Laliş tayê Şingal haydarî rewşa rizgarbûyan li kempa Xankê dibe

Lalish Duhok