شبكة لالش الاعلامية

Barzanî: Wefata Mîr Tehsîn valahiyeke mezin e bo Êzidiyan

Barzanî: Wefata Mîr Tehsîn valahiyeke mezin e bo Êzidiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî di peyamekê de koça dawî ya Mîrê Êzidiyan, Mîr Tehsîn Beg weke “valahiyeke mezin bo Êzidiyan” bi nav kir û hêvî kir, ku bi zanebûn û hîmeta hemû aliyan ev valahî were tijekirin.

Îro Duşembî 28ê Çileya 2019an, Mîrê Êzidiyên Cîhanê, bi sedema nexweşiyê li bajarê Hanoverê yê Almanyayê koça dawî kir.

Bi boneya koça dawî ya Mîrê Kurdên Êzidî, serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir û têde xemgîniya xwe tîne ziman û sersaxiyê li malbata Mîr û zanayên olî yên Êzidî û tevahiya Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê û herwiha gelê Kurdistanê bi giştî dike.

Serok Barzanî dibêje: “Îro Duşembî 28ê meha 1 a 2019an danê sibê, Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê koça dawî kir.

Bi vê boneya xemgîn, ez sersaxiyê li malbata mîr û zilamên olî yên Êzidî û hemû xûşk û birayên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê û herwiha li gelê Kurdistanê dikim.

Ji xwedayê mezin dixwazim ku rihê xwedê jê razî Mîr Tehsîn bi rehmet û dilovaniya xwe şad bike û sebr û hedarê bide hemû aliyan.

” Serok Barzanî di peyama xwe de herwiha koça dawî ya Mîr Tehsîn Beg, weke “valahiyeke mezin bo Êzidiyan” bi nav dike û hêvî dike, ku “bi zanebûn û hîmeta hemû aliyan ev valahî were tijekirin”

. Barzanî herwiha hêvî dike, ku “tifaq û biratiya navbera tevahiya Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê bihêztir û kûrtir bibe”.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hewara Dayîka Şemê: Berî bimirim dixwazim hestiyên kesûkarên xwe veşêrim

Lalish Duhok

Gencekî Êzidî xelatê êkê bi yarya bazdanê bi dest xist.

Lalish Duhok

Li jêr çavdêrya berêz”Şêx Şamo” bîrewerya karesata Şingalê‌‌ bi gêrana şanogeryekê hate saxkirin

Lalish Duhok