Nêçîrvan Barzanî: Mîr Tehsîn Beg di tevgera kurdayetiyê de roleke berçav hebû Hevdîtineke Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Mîrê Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg di 27ê02-2017 de.
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya koça dawî ya Mîrê Êzidiyan peyameke sersaxiyê belav kir û têde ragihandiye: “Mîr Tehsîn Beg di tevgera kurdayetiyê de û bi taybet jî di şoreşa Îlonê de xwediyê rol û beşdariyeke berçav bû.
” Îro Mîrê Êzidiyên Cîhanê, bi sedema nexweşiyê li bajarê Hanoverê yê Almanyayê koça dawî kir. Bi boneya koça dawî ya Mîrê Kurdên Êzidî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir û têde sersaxî ji kesûkar, malbat û civata ruhanî, tevahiya Kurdên Êzidî û gelê Kurdistnaê bi giştî kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de behsa kesayetiya Mîrê Êzidiyan dike û dibêje: “Rêz û pêgeha wî ya civakî ne tenê di nava Êzidiyan de, belku di nava civaka Kurdistanê û ya Iraqê de jî diyar û berçav bû û xwedan tevneke berfireh a pêwendiyan bû. Berdewam hewl daye ku rihê pêkvejiyanê û hevqebûlkirinê di nava pêkhateyên Kurdistanê û Iraqê de xurttir û kûrtir bike.
” Naveroka peyama Nêçîrvan Barzanî bi vî awayî ye: Bi boneya koça dawî ya xwedê jê razî Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Êziyan, ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wî û civata ruhanî û hemû xûşk û birayên me yên Êzidî û gelê Kurdistanê bi giştî dikim.
Em hevsoz û hevxemên malbata wî û tevahiya Êzidiyan in Mîr Tehsîn Beg ku pitirî heftê salên bihorî mîratiya Êzidyan li Kurdistanê û cîhanê kir, tevî ku di nava Êzidiyan de xwedan pêgehe û roleke xuya yê civakî û olî bû, herwisa di tevgera kurdayetiyê de û bi taybet jî di şoreşa Îlonê de xwedî rol û beşdariyeke berçav bû, piştî şoreşê jî ji ber helweêstên xwe awareyê welatan bû.
Mîr Tehsîn Beg ligel civaka Kurdistanê û Iraqê û ya deverê jî di pêwnediyê de bûye ê rêz û pêgeha wî ya civakî ne tenê di nava Êzidiyan de, belku di nava civaka Kurdistanê û ya Iraqê de jî diyar û berçav bû û xwedan tevneke berfireh a pêwendiyan bû.
Berdewam hewl daye ku rihê pêkvejiyanê û hevqebûlkirinê di nava pêkhateyên Kurdistanê û Iraqê de xurttir û kûrtir bike.
Bîrhatina wî bi xêrê be û xwedayê mezin wî bi dilovaniya xwe şad bike. Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
