شبكة لالش الاعلامية

3 keçên êzdî yên revandî hatin rizgarkirin

3 keçên êzdî yên revandî hatin rizgarkirin

BasNews Nivîsingeha Rizgarkirina Êzdîyên Revandî li Duhokê ragehand,3 keçên din ji êzdîyên revandî ji alîyê DAIŞê ve hatin rizgarkirin.

Husên Qayîdî, rêveberê Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandîyên Êzdî li parêzgeha Duhokê ragehand: Nivîsîngeha wan şîya 3 keçên din ên êzdî yên revandî ji alîyê DAIŞê ve bi navên (A.B.X) temen 19 sal, (A.D.B) temen 16 sal û (W.E.E) temen 18 sal, li Sûriyê ji dest çekdarên DAIŞê rizgar bikin, ku li 15yê Tebaxa sala 2019yê li gel malbata wan li gundê Koço ji alîyê DAIŞê ve hatibûn revandin.

Herwiha Qayîd got: “Piroseya rizgarkirina wan 3 kiçan, bi rêya Nivîsingeha Rizgarkirina Êzdîyên Revandî li Duhokê bûye û niha li ciheke paraztî ne û di rojên dahatî de dê vegerin nav kesûkarên xwe.”

Qayîdî, tekez jî kir, ku Nivîsingeha Rizgarkirina Êzdîyên Revandî  di hewlên xwe berdewam in bo rizgarkirina ew revandîyên ku heya niha nehatîne rizgarkirin û eşkere jî kir herçende di niha de karên dijware lê ne mehale.

Ev jî di demekê de ye her îro Mahir Şengalî bi nûçegihanê Kurdistan24 ragehandibû ku keçeka din a êzdî bi navê Dilsoz Misto Emê ku xelka gundê Koço ye ser bi qezaya Şingalê, piştî 5 salan ji revandina wê ji alîyê çekdarên Daişê ve ji Kempa Holê ji rojava ya Kurdistanê ji alîyê Hêzên Suryaya Demokrat (HSD) hatîye rizgarkirin û li Şingalê bi kesûkarên xwe careka din şad bûye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Balyozê Gurcistanê: Em piştgiriya hemû mafên Êzdî û Kurdan dikin

Lalish Duhok

Qaymeqamê Duhokê: Îsal plan hatiye kirin ku bayê 30 milyar dînaran proje bên bicîhanîn

Lalish Duhok

Serokwezîr Barzanî, bi şandeke serbazî a Amerîkayê re hevdîtinê kir

Lalish Duhok