شبكة لالش الاعلامية

Bi wêne…Konsolê Brîtanyayê serdana koçberên Şingalê kir

Bi wêne…Konsolê Brîtanyayê serdana koçberên Şingalê kir

BasNews – Berpirsê ragehandinê yê karûbarên mirovî li parêzgeha Duhokê diyar kir îro 23.09.2019ê konsolê Brîtanya li herêma Kurdistanê serdana kampên koçberên Şingalê yên li sînorê parêzgeha Duhokê kir.

Berpirsê ragehandinê yê karûbarên mirovî li parêzgeha Duhokê Salim Seîd ji basnewsê re ragehand: ‘’Konsolê Brîtanya li herêma Kurdistanê James Thornton li gel şandeyekî qesda nav kampên koçberan kirin. Di serdana xwe de James Thorntan armanca serdana xwe aşkera kir û ji bo dîtina rewşa koçberan û pêdeçûna li ser xizmetên bo koçberan tê pêşkeş kirin di hemû aliyekî de, bi taybet jî ji aliyê derxistina belgenameyên şaristanî ango nasnameya Iraqê de xwest di cîh de bibîne. Herwaha konsolê Brîtanyayê piştevaniya xwe bo berdewam kirina xizmeta derxistina wan belgeyan nîşan da.’’

Alîkarê parêzgerê Duhokê yê karûbarên koçber û penaberan Îsmaîl Mihemed jî ragehand, ku Brîtanyayê gelek sektoran de piştevanî kiriye û em daxwazê dikin berdewam bin li ser alîkarî û piştevaniyên xwe yên di warên mirovatî de.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şamo: Lêkolînên mezin bo nasandina jenosoid ê hatine kirin

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî yên li Almanyayê cejna Çarşema Sor pîroz kir

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî bo Reîsî: Hêvîdar im peywendiyên me zêdetir pêş bikevin

Lalish Duhok