شبكة لالش الاعلامية

Asayîşa Herêma Kurdistanê komeke terorîstên DAIŞê desteser kir

Asayîşa Herêma Kurdistanê komeke terorîstên DAIŞê desteser kir

BasNews– Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îtirafên komeke terorîstên ser bi DAIŞê belav kir.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îtirafên komeke terorîstên ser bi DAIŞê belav kir, ku ji Ranyayê hatine Hewlêrê û dixwestin karên terorîstî encam bidin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand; toreke terorîst hat desteserkirin û planên wan hatin pûçkirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Xelîfeyê koma terorê ya DAIŞê Hecî Ebdullah ferman daye ku ‘Haris, waliyê bakur / Kurdistan’ û ‘Ebû Welîd, emîrê ewlehiyê yê bakur’ ji bo encamdana karên terorîstî, rasterast terorîstên şaneyê eşkere kirin û di operasyoneke serkeftî de temamê terorîstên şaneyê hatin desteserkirin.”

Herwiha hat ragihandin: “Di encama lêkolînê de derket holê ku terorîstan dixwestin bi rêya bombeya vedayî û demançeyên bêdeng, karên terorî encam bidin. Di destpêka meha 2 ya 2021ê de du endamên komê, ewilî nekarîne rasterast derbasî Kurdistanê bibin, loma bi rêya qaçax ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bûne, ji wir çûne Îranê û ji wê derê jî derbasî navçeya Ranyayê bûne û gihiştine Hewlêrê.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Terorîstên ku hatin desteserkirin; Yasir Elî Ehmed Niwîran ku navê Ebû Emar tê nasîn, Macid Hesen Salih yê bi nasnavê Elî, Hesen Elî Inîzan yê bi nasnavê Siûd û Fîras Hesen Hemûdî Husên û Muxelîd Îbrahîm Mihemed Şafî El Firacî ne.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şandekî ji wellatê Hingarya qesta Perstgeha Laliş kir

Lalish Duhok

NY: Heta niha 200 hezar Êzidî li Herêma Kurdistanê aware ne

Lalish Duhok

Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê dinalin

Lalish Duhok