شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a şandeke Amerîkayê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a şandeke Amerîkayê kir

BasNews– Êvara îro roja yekşemê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Amerîkayê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî êvara îro roja yekşmê 16.05.2021ê ligel şandeke bilind a Amerîkayê civiya ku di nava şandê de Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joey Hood, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê Aimi Katrona û Berpirsa Karûbarên Iraqê û Berpirsa Encûmena NIştimaniya Amerîkayê Zehra Bell di civînê de amade bûn.

Di civînê de rûdanên li Iraq û Sûriyê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha şanda Amerîkayê tekezî li ser berdewamiya alîkariya hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kiriye û hemahengiya hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê jî bi girîngî wesif kiriye.

Şanda Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kiriye divê budceya sala 2021ê ya Iraqê were cîbicîkirin û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê jî werin parastin.

Di beşekî din ê civînê de rûdanên li Sûriyê jî hatine gotûbêjkirin û şanda Amerîkayê tekezî li ser girîngiya diyaloga aliyên kurdî-kurdî kiriye.

Herwiha herdu aliyan behsa girîngiya mafê derbirînê azadiya medya û ragihandinê li Herêma Kurdistanê jî kiriye.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî aşkere kiriye weke berê wê berdewam bin li ser alîkarkirina şand û dîplomatên li Herêma Kurdistanê ne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Belavkirina selikên xwarinê li kampa Essîan

Lalish Duhok

Îro dê merasîmên şehîd kirina 312 hemwelatiyên Şingalê birêve diçin!

Lalish Duhok

Zanîngehek herî mezin ya cîhanî kursa zimanê Kurdî ji bo xwendevanan vedike

Lalish Duhok